Hejmara şehîd û birîndarên li Nexweşxaneya Efrînê hatin eşkerekir
Berpirsê Nexweşxaneya Efrînê Mihemed diyar kir ku di encama êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Efrînê de heta niha cenazeyê 32 şehîd û 49 birîndaran li gihiştîne nexweşxaneyê.
Berpirsê Nexweşxaneya Efrînê Mihemed diyar kir ku di encama êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Efrînê de heta niha cenazeyê 32 şehîd û 49 birîndaran li gihiştîne nexweşxaneyê.
Berpirsê nexweşxaneyên Kantona Efrînê Ciwan Mihemed di derbarê hejmara şehîd û birîndarên sivîl ên ku gihîştine nexweşxaneyên Efrînê agahî da. Ciwan bibîr xist ku ji destpêka êrîşên li ser Efrînê ve hejmara şehîdên sivîl ên ku gihîştine nexweşaneyê; 10 zarok, 8 jin, 14 mêr in.
MEXDÛRÊ ŞER PIRANÎ JIN Û ZAROK IN
Ciwan wiha got: “Ji zarokên şehîd; 6 zarok ji bajarê Îdlîbê ne di komkujiya gundê Cilbirê de,zarokek li Raco, zarokek ji Helebê di komkujiya gundê Cilbirê de, Zarokek li Cindirêsê û zarokek jî li Mabata şehîd bûne. Jinek ji bajarê Îdlîbê di komkujiya gundê Cilbirê de, jinek li Til Silorê, jinek li Cindirêsê û 2 jin li Mabatayê şehîd bûne.
Berpisê Nexweşxaneya Kantona Efrînê Ciwan Mihemed têkildarî nasnameya mêrên şehîd jî ev tişt got: “2 mêr ji Îdlîbê di komkujiya gundê Cilbirê de, 5 mêr li Cindirêsê, mêrek li Kefer Hemra, mêrek li gundê Edama, mêrek li gundê Celemê, mêrek li gundê Cama, mêrek li navçeya Mabata, mêrek li Raco ê mêrek li bajarê Efrînê şehîd bûne."
Herî dawî têkildarî hejmara birîndaran Ciwan ev tişt anî ziman: “Hejmara giştî ya birîndarên gihîştin nexweşxaneyan jî 49 birîndar in: 13 zarok, 9 jin û 27 mêr in.″