Gelê Efrînê şehîdên xwe dispêre axê
Gelê Efrînê 12 sivîl û 2 şervanên YPG'ê yên ji ber bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn dispêre axê.
Gelê Efrînê 12 sivîl û 2 şervanên YPG'ê yên ji ber bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn dispêre axê.
Gelê Efrînê 12 sivîl û 2 şervanên YPG'ê yên ji ber bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn dispêre axê. Bi hezaran welatiyên danê sibehê li ber Nexweşxaneya Avrîn a li Efrînê li hev civiyan, dirûmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Şaziye Hisên ji girseya gel re axivî û got, "Em ji Erdogan natirsin. Em ji axa xwe dernakevin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê bang bikin. Em ê serî hildin, em natirsin, natirsin."
Merasîm dewam dike. Balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî li ser ezmanê Efrînê digerin.