Di roja 5’emîn a ‘Berxwedana Mezin a Serdemê’ de çi bû?
Li Efrînê Berxwedana Mezin a Serdemê ya li dijî dagirkeriyê di roja 5’emîn de ye. Artêşa Tirk careke din cihên sîvîl kir hedef. Şervanên QSD’ê bi operasyonên taybet bersivê didin dagirkeriyê.
Li Efrînê Berxwedana Mezin a Serdemê ya li dijî dagirkeriyê di roja 5’emîn de ye. Artêşa Tirk careke din cihên sîvîl kir hedef. Şervanên QSD’ê bi operasyonên taybet bersivê didin dagirkeriyê.
Li Efrînê Berxwedana Mezin a Serdemê ya li dijî dagirkeriyê di roja 5’emîn de ye. Gelên Efrînê û şervan ji bo parastina welatê xwe bi şîara ‘Berxwedana Mezin a Serdemê’ bersivê didin dagirkeran.
Di roja 5’emîn a dagirkeriyê de artêşa Tirk cihên sîvîl dike hedef û şervanên QSD’ê bi operasyonên taybet bersiv dan dagirkeran. Li gelek cihan derbên giran li artêşa Tirk û çeteyên wê hate xistin.
CINDIRÊS
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê artêşa Tirk a dagirker cihên sîvîl bomberdûman kir û saet di 10.30’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ambûlansa Heyva Sor a Kurd kir hedef.
Artêşa Tirk bomberdûmana li dijî Cindirêsê domand û nîvrokî jî gundê Celemeyê bomberdûman kir.
Artêşa Tirk a dagirker roja borî li Cindirêsê2 jin û 2 zarok qetil kiribû û 19 sivîl jî birîndar bûbûn.
QSD’ê navê sîvîlan eşkere kiribû, yên ku di êrîşên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn.
RACO
Li gundên Omera û Qudê yên navçeya Raco ya bi ser Efrînê bi şev di navbera leşkerênTirk û şervanên QSD’ê de şer çêbû. Li vê derê 37 çete hatin kuştin, 2 jê bi zirx 3 wesayît hatin îmha kirin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê li Girê Qudê yê Efrînê jî derbên giran xwar. Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê dîmenê vî şerî weşand. Di dîmenan de nasnameyên leşkeran jî heye.
Piştî nîvro artêşa Tirk a dagirker gundê Qubbe û bajaroka Badîmna ya Racoyê bomberdûman kir. Di heman demê de dibistaneke li Racoyê jî bû hedefa bomberdûmanê.
Artêşa Tirk bi şev jî li dijî Racoyê êrîşeke hewayî li dar xistibû û ciwanekî jiyana xwe ji dest dabû. Dê û xwişka ciwan jî birîndar bûbûn.
BILBILÊ
Artêşa Tirk a dagirker saet di 09.00’an de navçeya Bilbilê bomberdûman kir.
Artêşa Tirk ji bejahiyê jî êrîşî gundê Baliya kir û li vê derê şervanên QSD’ê bersiv dan êrîşan.
Li gundê Baliya sîvîlek ji ber êrîşên dewleta Tirk birîndar bûbû.
ŞERAWA, ŞERA, MABATA
Gundên Îska, Kîbeşîn, Gundê Mezin û Basûfan ên Şerawa di saet 12.15’an de ji aliyê artêşa Tirk ve hate bomberdûmankirin.
Gundên Helûbiye, Bafîlyûn, Qitme, Qestel Cindo, Xedemat, Baraca, Kefer Rûm ên Şera û gundê Xelîl ê Mabatayê bû hedefa artêşa Tirk a dagirker.
BÎLANÇOYA 4 ROJAN A QSD’Ê
QSD bîlançoya 4 rojan a Berxwedana Mezin a Serdemê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku 203 leşker hatine kuştin û 5 wesayîtên leşkerî jî hatine îmhakirin.
Şervanên QSD’ê li gundê Bazera yê bajaroka Darît Îza yê Efrînê li dijî artêşa Tirk û çeteyan çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Şervanên QSD’ê di roja 5’an de li gundên Şêx Îsa û Şeala yên Şehbayê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiye de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin û tankek û wesayîteke zirxî hatin îmhakirin.
Artêşa Tirk di heman demê de top avêt gundê Um Hoş ê Şehbayê.
LI ŞEHBAYÊ OPERASYONEKE TAYBET
QSD’ê diyar kir ku li gundên Kilcibrin, Kifrxaşir, Able, Hezwan, Til Malid û Sûsanê yekîneyên wan operasyoneke taybet li dar xistine û li vê derê gelek çete hatine kuştin.