Şervanên enternasyonalîst gihiştin Efrînê
Şervanên endamên Tabûra Enternasyonalal ên di bin sêwana YPG’ê de, ji bo Efrînê tevlî seferberiyê bûn. Şervanan cih xwe di eniyên pêş ên berxwedanê de girtin.
Şervanên endamên Tabûra Enternasyonalal ên di bin sêwana YPG’ê de, ji bo Efrînê tevlî seferberiyê bûn. Şervanan cih xwe di eniyên pêş ên berxwedanê de girtin.
Şervanên bi dildar ên ji her devera cîhanê ji bo tevlî berxwedana YPG’ê ya li dijî terorê bibûn, ji bo tevlî berxwedana Efrînê bibin ragihandibû ku wê biçin Efrînê.
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku şervanan cihê xwe li eniyên pêş ên Efrînê girtin.
Şervanan bi daxuyaniya ku dan diyar kirin ku êrîşa ji aliyê dewleta Tirk ve ku li ser Efrînê tê kirin ji deveyî hiqûqa navneteweyî û derveyî hiqûqa mafê mirovane. Şervanê Fransî Tolhildan wiha got: “Bi salan e em li dijî terorîzmê şer dikin. Em li bendê namînin ku xaka ku bi berdêlên giran buha hatibûn bidestxistin dewleta Tirk a dagirker dagir bike. Çi dibe bila bibe em ê xaka xwe biparêzin. Em ê vê bikin, ji ber ku hemû cihan li vê dinêre. Em nikarin ji nedîtî ve bên.”
Ji beriya niha jî komeke şervanên enternasyonalîst ji bo tevlî berxwedanê bibin berê xwe dabûn Efrînê.