Êrîşên bi balafirên şer ên li ser Efrînê dewam dikin
Dewleta Tirk a dagirker, nîvê şevê bi balafirên şer êrîş birin ser Efrînê.
Dewleta Tirk a dagirker, nîvê şevê bi balafirên şer êrîş birin ser Efrînê.
Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete, ku ji bejahî ve li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nikarin bi pêş ve biçin, bi balafiran êrîş dikin.
Nîvê şevê balafirên keşfê li ser Efrînê firiyan û hat ragihandin ku hin herêm ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin. Agahiyên li ser êrîşan wê di nava rojê de zelal bibin.
Balafirên keşfê vê gavê jî li ser herêmê difirin.