ROJANE
Hemû Nûçe
-
Konsera Grûp Yorûm hate astengkirin
Kesên ku xwestin tevlî konsera Grûp Yorûm a li Yenîkapiyê hatî plankirin bibin, bi lêdanê ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin. Polîsên ku ji bo endamên çapemeniyê bûne asteng, wêne û dîmenên hatin kişandin jî jêbirin. -
Înîsîyatîfa Zarokên Agir derbarê şewitandinan daxuyanî da
Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li Kocaelî, Manîsa, Sakarya û Stenbolê çar fabrîke, nûnertiya şîrketeke navneteweyî, depoyeke veguherînê û kafe-barek şewitandine. -
Tirkiye wê agahiyên malî ji Îlonê û pê ve bide Elmanyayê
Kovara heftanê "Euro am Sonntag" ragihand ku peymana pevguhertina agahiyan bi rengekî otomatîk a navbera Elmanya û Tirkiyeyê wê ji 30'ê Îlonê û pê ve bikeve meriyetê. -
Li Bakur bi zanebûn tevdîrên koronayê nayên standin
Li Bakurê Kurdistanê nexweşên Covîd-19'ê zêde dibin. Li Amedê 346 kedkarên tendiristiyê pê ketine. Dewleta Tirk bi zanebûn li dijî koranayê tevdîrê li nav Kurdan nastîne. -
Aykol: Feraseta me ya azadiya çapemeniyê cuda ye
Nivîskarê rojnameya Yenî Yaşamê Huseyîn Aykol diyar kir, ji bo wan çapemeniya azad ew e ku li gel zext û zordariya hikumetê jî ya rast biweşîne û li aliyê gelan û kedkaran bisekinin. -
El Zaîdî: Çeteyên Tirk divê ji welatê me derkevin
Sekreterê Komîteya Rêveber a Tevgera Neteweyî, Gelêrî ya Lîbyayê Dr. Mûstafa El Zaîdî got, "Divê Tirkiye û çeteyên wan ji welatê me derkevin. Yekane armanca Erdogan, dagirkerî ye. Em jî mîna Kurdan li ber xwe didin." -
ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva navenda nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Dayikên Şemiyê ji bo Ferhat Tepe edalet xwestin
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji rojnameger Ferhat Tepe edalet xwestin yê ku 27 sal berê piştî hatibû destgîrkirin hatibû windakirin. -
Yekîneyên Tolhildanê li 6 bajaran çalakî li dar xistin
Yekîneyên Tolhildanê li 6 bajaran li dijî hêzên AKP û MHP’ê û hevkarên wan çalakî li dar xistin. Yekîneyan banga berxwedanê li gel kirin. -
Binpêkirinên li girtîgehên li Marmarayê
MATUHAY DER’ê binpêkirinên mafên girtiyên siyasî yên li girtîgehên Herêma Marmarayê bi raporekê eşekre kir. -
Lubnan êdî ji destwerdana derve re bêhtir vekiriye
Teqîna ku Bêrûd serûbin kirî, ‘’Li ser siyaset û aboriya Lûbnanê wê bandoreke çawa bike?’’, ‘’hêzên herêmî û navnetewî kîjan hesaban dikin?’’, siyasetmedarên Kurd Bûşra Elî û Henan Osman ku li Lûbnanê dijîn bersiva pirsan dan. -
Têkildarî qetlîamên SÎHA’yên Tirk konferansek bi onlîne tê kirin
Têkildarî SÎHA’yên dewleta Tirk a di demên dawî de li gelek herêmên Kurdistanê qetlîaman dikin, wê konferansek bê lidarxistin.Konferansa ku wê li ser înternetê weşaneke zindî bê kirin, pispor û hiqûqnas jî wê tevlî bibin. -
ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2020'AN
Çend ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Gotara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di kovara Jacobin de hate weşandin
Gotara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di kovara Jacobin a li Emerîkayê weşan dike de, hate parvekirin. -
Însiyatîfa Zarokên Agir cihekî kar û 5 wesayît şewitandin
Însyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li bajarekî turîstî dikanekî ya çenteyan û 5 wesayîtên girêdayî faşîstên AKP’î şewitandin. -
Gunay: Ocalan dikare welêt ji nava krîzê rizgar bike
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Heta ku pirsgirêka Kurd neye çareserkirin aramiya aborî wê ti carî nepêkan be." Gunay destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare welêt ji nava krîzê derxîne. -
Girtiyên li Mereşê nayên dermankirin, zext li wan tê kirin
ÎHD'ê binpêkirina mafên mirovan a li Girtîgeha Tîpa L Hejmara 1'ê ya Mereşê bi raporekê ragihand. Di raporê de hate ragihandin ku zext li girtiyan tê kirin û malzemeyên paqijiyê nadin wan. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Polisên Tirk li Edeneyê 13 ciwan destgîr kirin
Li Edene bi operasyona qirkirina siyasî de endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û MP'yê Ferhat Kalkan jî di nav de 13 ciwan hatin destgîrkirin. -
ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2020'AN
Çend ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Dadgehê dubare biryara berdanê ya Tîmtîk û Unsal red kir
Îtiraza ji bo redkirina daxwaza berdanê ya dadgehê ji bo Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê de jî hate redkirin. -
Dadgeha Tirkan tecawizkarekî din jî berda
B.K. ê ku tecawizî zarokeke 16 salî kiribû, ligel ku nexweşxaneyê rapor da jî hate berdan. -
KNK’ê ji bo malbata Celîl Gadanî peyama sersaxiyê da
KNK’ê bi peyamekê ragihand ku bi wefata Rêveberê Hîzba Demokrat a Kurdstan (HDK) Celîl Gadanî xemgîniya xwe anî ziman û sersaxî ji bo hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê re xwest. -
Siyasetmedarê Partiya Çep ji doza PKK’ê beraat kir
Siyasetmedarê Partiya Çep Heînz-Peter Schwertge yê ku ji ber rozeta alaya PKK’ê doz lê hatibû vekirin, beraat kir. -
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serî li rayedaran dan.