ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nûnerên saziyên li Swêdê ji bo girtiyên li Îranê bang kirin
Nûnerê rêxistinên civakî yên li Swêdê ji bo ku Zeynep Celaliyan, Nasrîn Sotoûdeh û Zara Mihemed serbest were berdan, bang li hikumeta Swêdê kirin ku bila têkeve nav hewldanan. -
5 girtiyên bi vîrûsa koronayê ketine nayên dermankirin
Eşkere bû ku li Girtîgeha Tarsûsê 5 girtî bi vîrûsa koronayê ketine, lê belê nayên dermankirin. -
'Zarokên me di nava lepên mirinê de dihêlin'
Bavê parêzer Aytaç Uncal ê di rojiya mirinê de ye Nîhat Unsal diyar kir ku kurê wî li nexweşxaneyê di nava şert û mercên ji girtîgehê girantir de tê hiştin û got, "Gotin êdî qediya ye. Zarokên me di nava lepên mirinê de dihêlin." -
'Gelê Kurd wê ti carî dest ji daxwaza azadiyê bernede'
Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê komeke ji Kurdistaniyên ji bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê ve tê meşandin. -
ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Pektaş ê ji bo du parêzeran di greva birçîbûnê de bû destgîrkirin
Ertûnç Pektaş ê ji serê meha Tebaxê ve ji bo parêzer Ebrû tîmtîk û Aytaç Unsal di grevê de ye, ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin. -
Komkujiya Şengalê li Hambûrgê hate şermezarkirin
Êrişên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê ku beriya şeş salan li Şengalê kirin, li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin. -
6 girtiyên di hucreyê de ne dest bi greva birçîbûnê kirin
Şeş girtiyên ku ji Girtîgeha Girtî ya Sîlîvrî sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê hatin kirin, li hucreyên ku jê re "qefes" tê gotin, hatin bicihkirin. Şeş girtî li dijî vê kiryara li dijî mirovahiyê dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Tîmên Bersivdanê yên YPS'ê li çar bajaran çalakî kirin
Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Seyît Batman ên YPS'ê ragihandin ku li Amedê wesayiteke polîsên Tirk, li Manîsayê du tankerên ku madeyên kîmyewî tê de bûn, li Mûglayê wesayiteke 'faşîstekî' û li Denîzliyê jî cotgeha 'faşîstekî' şewitandine. -
'Gefa qirkirinê didome, em ji bo têkoşînê bang dikin'
FEDA û HDK'ê diyar kirin ku gefa qirkirinê ya li ser Êzidiyan dewam dike û bang li gelan û hêzên navneteweyî kirin. -
Hikumeta Elman ji bo çekan bifiroşe Tirkiyeyê hincetan peyda dike
Hikumeta Elman di nava 10 mehên dawî de bi buhayê 25 milyon Euroyî peymana firotina çekan bi rejîma Enqereyê re kir. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê: Civaka Êzidî bi xwerêxistinkirinê li ser pêyan ma
Meclîsa Jinan a HDP’ê di salvegera qirkirina Êzidiyan de diyar kir ku êrîş ji aliyê çeteyên dewleta Tirk didome. Meclîsê got ku “Bila 3’ê Tebaxê bibe Roja Çalakiyên Navneteweyî ya li dijî Qirkirina li ser Jinan.” -
ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbolê ji bo Şengalê çalakî li dar xistin
Înîsîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê di salvegera şeşemîn a qetlîama Şengalê de li gelek cihên Stenbolê çalakî li dar xist. -
Li Wanê polîsan zarokek ji rûyê wî birîndar kir
Li Erdîşê ya Wanê dema birêkirina leşkeran de polîsên Tirk zarokekî 15 salî ji rûyê wî birîndar kir. -
Yekîneya Tolhildanê li Stenbolê du wesayitên 'hevkarên AKP'ê' şewitand
Yekîneya Tolhildanê ya Savaş Amed ragihand ku li wan li Stenbolê du wesayitên "Hevkarên AKP'ê" şewitandine. -
Hejmara 463'an a Serxwebûnê derket
Hejmara nû ya Serxwebûnê derket. Di hejmara 463'yan, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin û 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojava bi berfirehî cih digire. -
ROJEVA 2'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Ji bo Tîmtîk û Unsal li pêşiya nexweşxaneyê hatin ba hev
Platforma Piştevaniya Ji bo Edaletê diyar kirin divê daxwazên parêzerên girtî yên di greva birçîbûnê de Ebrû Tîmtîk û Aytaş Unsal were bicihanîn. -
Rewşa girtiyê nexweş Sûbaşî giran e
Komîsyona Girtîgehan a Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê got divê girtî Hasan Sûbaşî yê bi nexweşiya pençeşêrê divê demildest were berdan. -
Binpêkirinên li Kurkçulerê li gorî qanûnê ne!
Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê piştî salekê û şûnde bersiva serlêdana HDPê ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuleran da û got: “A hatiye kirin li gorî qanûnê ye.” -
ROJEV 1'Ê TEBAXA 2020'AN
Rojevên ku li Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê derketine pêş. -
Girtiyên li Sîlîvriyê ji bo parêzeran greva birçîbûnê dan destpêkirin
Parêzer Yaprak Turkmen diyar kirin ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Nimreya 9’an a Sîlîvriyê ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal greva birçîbûnê dane destpêkirin. -
Girtiyên di greva birçîbûnê de banga bihistyariyê kirin
Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê li dijî binpêkirina mafan ketibûn greva birçîbûnê, diyar kirin ku ew xistine hucreyên ji bo yek kesan û ewlehiya wan a can jî tune. -
ÇHD: Rîska jiyanî ya Unsal û Tîmtîk zêde dibe
Komeleya Hiqûqnasên Nûjen (ÇHD) bertek nîşan dan ku bi rûxmê rapora ATK bernedana Ayteç Unsal û Ebrû Tîmtîk ên di rojiya mirinê de ne û diyarkirin ku rîska jiyanî ya herdû parêzeran zêde bûye.