ROJANE
Hemû Nûçe
-
Daxuyaniya Sefîrê Emerîkayê ya li ser ‘Mafê Îsraîlê yê axê’ bû sedema nerazîbûnan
Daxuyaniya Sefîrê DYE’yê yê li Îsraîlê Mike Huckabee, ku gotibû Îsraîl xwedî mafek berfireh li ser axa Rojhilata Navîn heye, di nava welatên Ereb û Misliman de bû sedema nerazîbûnan. -
Li Girtîgeha Dumluyê bi hinceta lêgerînê ‘tacîz’
Girtî Ramazan Kaya ê ku li Girtîgeha Dumluyê ya Erziromê tê ragirtin, diyar kir ku ew di bin navê lêgerînê de ji aliyên gardiyanan ve tên tacîzkirin û ragihand ku ger lêgerîn bi vî şêwazî dewam bike dê ji qawişê dernekevin. -
Dosyayên ku kiryarên wan polîs in têne girtin
Rêveberê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Yakûp Guven anî ziman ku dozên têkildarî mirinên bi berpirsyariya hêzên ewlekariyê bêceza bi encam dibin û got, "Ev yek jî encameke welê bi xwe re tîne ku hem dewletê diparêze hem jî sûcdaran rewa dike." -
ROJEVA 22'Ê SIBATA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
'Bila girtiyên nexweş bên berdan'
Di daxuyaniyên li Enqere û Stenbolê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Hayrettin Adak û Ferzende Elbî û daxwaza berdana wan kirin. -
Li Antalyayê civîna gel
Rêxistina DEM Partî ya Antalyayê "Hevdîtina Gel a Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk" lidar xist. -
‘Bê ziman jiyan nabe’
Di çalakiyên ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, girîngiya mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiya civakî hat destnîşankirin. -
DEM Partî: Parastina azadiya zimanan, avakirina azadî û aştiyê civakê ye
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyanî da û got, “Aştiya civakî ne bi ferzkirina yekperestiyê, li ser bingeha wekhevî û azadiyê bi nasîna ziman, nasname û çandan pêk tê.” -
FEDA Û DAKB: Zimanê dayikê siberoja me ye
FEDA Û DAKB’ê gotin, "Parastina zimanê dayikê, bawerî û çandê bingeha civaka ku em tev bi hev re dijîn, xurttir dike." -
Dayikên Şemiyê aqûbeta Murat Yildiz pirsîn
Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Murat Yildiz pirsîn ku beriya 31 salan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate windakirin. -
Yekîtiya Mamosteyên Kurd: Zimanê me hebûna me ye
Yekîtiya Mamosteyên Kurd bang kir ku di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de Kurdî fermî bibe û di perwerdeyê de weke zimanê dayikê were fêrkirin. -
Em ê bi pergala komînê zimanê xwe biparêzin
Divê yek ji rêgezên komînê ya bingehîn parastin û pêşxistina zimanê dayikê be. Em ê bi pergala komînê zimanê xwe pêşbixin û bi hêza cewherî jî zimanê xwe biparêzin. Ji ber parastina ziman xwe parastin e. -
Beştaş: Divê meclîs demildest zagona çarçove û sererastkirinên cezakirinê bigire dest
Endama Komîsyonê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, di nirxandina xwe ya derbarê rapora komîsyonê de diyar kir ku hîna salnameyeke şênber zelal nebûye, lê divê pêvajo neyê dirêjkirin. -
Parlamenter Fernandez: Hewce ye ku tecrîd bi dawî bibe
Endamê delegasyona Fransayê ya li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Emmanuel Fernandez diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd bi dawî bibe û YE têkiliyên xwe bi hêzên ku tundiyê organîze dikin re qut bike. -
ROJEVA 21’Ê SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Rapora komîsyonê de malpera Meclîsê de hat weşandin
Rapora komîsyona meclîsê ya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, di malpera înternetê ya Meclisê de hat weşandin. -
Ji Platforma Jinan a 8’ê Adarê banga çalakiyê: Di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin
Di rojekê de 6 jin hatin qetilkirin. Platforma Jinan a 8’ê Adarê diyar kir ku qetilirina jinan encama bêcezatiyê û pergala serdest a mêran e û bang li jinan kir ku di 8’ê Adarê de çalakiyan bikin û got, “Ji bo yek jî ji me kêm nebe em li vir in.” -
Hevserokê PYD'ê qala mudaxeleya Rêber Apo kir: Şandeyek bi navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê
Hevserokê PYD'ê qala destwerdana Rêber Apo ya li êrişên li ser Rojava kir û got, şandeyek bi navê Rêber Apo û hikumeta Tirk ji deriyê Nisêbînê derbasî Rojava bû û bi rayedarên Rojava re hevdîtin kir. Di encamê de şer sekinî û lihevkirin pêk hat. -
Nûçegihanê DW Turkçe Alîcan Ûlûdag hate girtin
Nûçegihanê Enqereyê Ajansa Nûçeyan a Elman DW Turkçe Alîcan Ûlûdag bi îdîaya "Heqareta eşkere ya li Serokkomar" hate girtin. -
Ji bo Lûtkeya Avhewayê ya Gelan a 15-18’ê Mijdarê banga tevlîbûnê hat kirin
Meclîsa Avhewayê ya Gel, li dijî Lûtkeya Ekolojiyê ya COP31’ê ku tê plankirin di sala 2026’an de bi hevkariya Tirkiye û Awusturyayê li Antalyayê were pêk anîn, her kes vexwend Lûtkeya Avhewayê ya Gelan ku dê di 15-18’ê Mijdarê de were lidar xistin. -
Pervîn Bûldan: Nêrîna Birêz Ocalan zelal e, yekîtiya neteweyî nebe nabe
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan rê û rêbazên entegrasyona demokratîk vegot û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de ji bo Kurdan jî yekîtiya neteweyî nebe nabe. -
Eren Keskîn: Rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirine nikare bê darizandin û girtin
Eren Keskîn ku li Girtîgeha Bakirkoyê serdana rojnamevan Pinar Gayip, Nadiye Gurbuz û Elîf Bayburt kir, rapora komîsyona meclîsê ya derbarê azadiya ramanê bibîr xist û got girtina rojnamevanan ji ber nûçeyên çêdikin, nayê qebûlkirin. -
Adalet Kaya: Pêvajoya esasî ji niha û pê ve destpê dike, gavên cihê baweriyê şert e
Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya rapora komîsyona çareseriyê "kêm lê dîrokî" pênase kir û got, divê hikumet gavên bibe cihê baweriyê biavêje. -
ROJEVA 20'Ê SIBATA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rojnameger Alîcan Uludag hate binçavkirin
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi awayekî jixweber lêpirsîn da destpêkirin û di vê çarçoveyê de rojnameger Alîcan Uludag hat binçavkirin.