Biryara girtina GOÇÎZDER'ê 'li gorî hiqûqê' hate dîtin
Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî ya ji bo girtina GOÇÎZDER'ê li gorî hiqûqê dît û erê kir. Parêzerên komeleyê biryar xist rojeva Dadgeha Bilind.
Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî ya ji bo girtina GOÇÎZDER'ê li gorî hiqûqê dît û erê kir. Parêzerên komeleyê biryar xist rojeva Dadgeha Bilind.
Di encama dozeke Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê de biryara girtina Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER) hate dayin, ku biryar di pêvajoya dadgeriyê de derbasî qonaxeke nû bû.
Daîreya Hiqûqê ya 4'emîn a Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Stenbolê li ser îtiraza têkildarî Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê ya 15'emîn a Bakirkoyê ya ji bo fesixkirina komeleyê biryara xwe da.
Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî li gorî hiqûqê dît û erê kir. Rêveberî û parêzerên komeleyê piştî vê biryara îstînafê dosya xistin rojeva Dadgeha Bilind û pêvajoya temyîzê dan destpêkirin.
DADGEHA HERÊMÎ PÊNASEYA 'ZILMÊ' WEKE BIÇÛKXISTINA DEWLETÊ DÎT
Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê ya 15'emîn a Bakirkoyê ku biryara girtinê da, di biryara xwe ya hincetê de karên komeleyê bi giranî weke sûc nîşan da. Dadgehê îdîa kir ku GOÇÎZDER li gorî armanc û îdeolojiya 'rêxistina terorê' tevgeriya ye, rastiya koçê ji rastiya Rojhilat û Başûrorjhilat ê Anatoliyê cuda nirxandiye û weke karekî yekalî yê ajîtasyon û reşkirinê bi kar aniye.
Hate îdîakirin ku pênasekirina operasyonên dewletê ya bi navê 'zilm'ê biçûkxistina saziyên dewletê ey û ev yek weke yek ji hincetên herî xurt ên biryara fesixkirinê nirxand.
PÊVAJO DI ROJEVA DADGEHA BILIND DE YE
Hiqûqnasên GOÇÎZDER'ê biryara erêkirinê ya îstînafê qebûl nekirin û ji bo lêkolînkirina temyîzê dosya pêşkêşî Dadgeha Bilind kirin.
Rêveberiya komeleyê diyar kir ku raporên koçê yên hatin amadekirin di çarçoveya azadiya fikrî û karê akademîk de ne, li gel biryarên beraatê yên dozên cezayê daxwaza girtina komeleyê zextek li ser civaka sivîl e.