Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP'ê hate girtin
Alîkara Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindstan (ESP) Sezîn Ûçar bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin.
Alîkara Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindstan (ESP) Sezîn Ûçar bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin.
Sezîn Ûçar ku 13'ê Nîsanê dema ji derveyî welat vegeriya Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Stenbolê.
Piştî kar û barên li emniyetê Sezîn Ûçar veguhestin Edliyeya Stenbolê û bi daxwaza girtinê ew şandin dadgeriya ceza ya sûlhê.
Dadgeriyê jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" biryara girtina Sezîn Ûçar da.