ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ezgî Koman: Li Tirkiyeyê sîstema parastina zarokan nîne
Ji Navenda Mafên Zarokan FÎSA parêzvana mafên zarokan Ezgî Koman got, "Li Tirkiyeyê sîstema paratina zarokan naxebite. Berya her tiştî divê em bi xwe re rû bi rû bibin." -
'Meseleya esasî ya karkerên Kurd aştî ye'
Sekreterê Giştî yê Dev-Yapi Îşê Nîhat Demîr ragihand ku pirsgirêkên karkerên Kurd ne tenê aborî ye û destnîşan kir ku aştî, welatîbûna wekhev û mafên çandî ji daxwazên bingehîn e. -
'Ev ne dînîtî ye, ev hilweşîna sîstematîk e'
Li dibistanên Mereş û Rihayê zêdebûna tundiyê wekî nîşanek krîzek piralî ya li dora avahiya civakî tê dîtin. Kesên ji pîşesaziya fîlman diyar kirin ku ev rewşa heyî tenê bi rêzefîlmên televîzyonan re sînordarkirin ne rast e. -
Eren Keskîn: Nîqaşkirina tenê Tûncay Sonel tê wateya nixumandina berpirsyariya dewletê
Parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn anî ziman ku di dosya Gulistan Dokû de berpirsyarî ne tenê ya şexsan e, mekanîzmaya dewletê bi temamî di nava pêvajoyê de ye û got, mesele ji aliyê avaniyeke bi rêk û pêk ve hate meşandin. -
ROJEVA 23'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Alî Koç piştî 34 salan ji girtîgehê derket
Alî Koç ku 34 salan di girtîgehê de ma û berdana wî 4 caran hat astengkirin, hat berdan. -
Cesur ê piştî 29 salan ji girtîgehê derket: Dê têkoşîn bidome
Bahattîn Cesûr ku piştî 29 salan di girtîgehê derket, got: “Dê têkoşîna me bidome." -
KMK: Divê azadiya karê çapemeniyê weke armanceke stratejîk bê dîtin
Kolektîfa Medyakarên Kurdistanê Roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir û destnîşan kir ku li ser asta neteweyî divê azadiya karê çapemeniyê weke armanceke stratejîk bê dîtin. -
Jin ji bo azadiya Rêber Apo li Hesekê meşiyan
Li Hesekê jin ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan û daxwaza bicihanîna "mafê hêviyê" kirin. -
Jiyana Zeynep Celaliyan û 3 girtiyên din ên siyasî di xeteriyê de ye
Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Zeynep Celaliyan û 3 girtiyên din ên siyasî yên li girtîgeha Yezîd di xeteriyê de ye. -
Ji bo Demîrtaş û Mizrakli bang: Divê biryarên dadgeha neteweyî û navneteweyî pêk bên
Nûnerên partiyên siyasî piştî serdana Selehattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli daxuyanî dan û destnîşan kirin ku divê biryarên dadgeha neteweyî û navneteweyî pêk bên. -
ÎSÎG: Di nava 13 salan de herî kêm 852 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dane
Li gorî rapora Meclîsa ÎSÎG’ê di navbera salên 2013 û 2026’an de herî kêm 852 zarokan li ser kar jiyana xwe ji dest dane. Piraniya mirinan di sektora çandiniyê de çêbûne. -
Greva birçîbûnê ya li Antalyayê ya li dijî girtîgeha bi tîpa 'bîrê' bi ser ket
Daxwaza sê girtiyan hate qebûlkirin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Doşemealti ya Antalyayê ketibûn greva birçîbûnê. Girtiyand awî li çalakiya xwe anîn, lê belê karê veguhestinê hîn nehatiye destpêkirin. -
KNK’ê Roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir
Komîteya Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi boneya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurd daxuyaniyek weşand û bal kişand ser girîngiya medyayê ku ji bo rastiyê têdikoşin. -
DEM Partî: Kevneşopiya çapemeniya Kurd berxwedanek li ser şopa heqîqetê ye
Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê yê ji Komîsyona Propaganda, Weşan û Çapemeniyê Berpirsyar Tayîp Temel bi wesîelya Roja Rojnamevaniya Kurd daxuyanî da û got, "Ev berxwedan li ser şopa heqîqetê ye." -
YRD'ê Roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir
Koordînasyona Giştî ya YRD'ê Roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir û got, "Em soza xwe dubare dikin ku armancên wan pêk bînin ku di oxira eşkerekirina rastiyê de canê xwe feda kirin." -
Temel: Çapemeniya Azad şêwazeke têkoşînê ye, ne tenê karê rojnamevaniyê ye
Tayîp Temel têkildarî sala 128’an a çapemeniya Kurd nirxandin kir û got, di 50 salên dawî de bi têkoşîna azadiya Kurd re Çapemeniya Azad weke parçeyekî têkoşînê şêwe girtiye. -
Îsmaîl Agaç jiyana xwe ji dest da
Îsmaîl Agaç ku 3 zarokên wî di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Agaç wê îro li Ceyhanê bê veşartin. -
Şaredarê Ataşehîrê û 18 kesên din hatin binçavkirin
Şaredarê Ataşehîrê yê CHP’î Onursal Adiguzel jî di nav de 19 kes hatin girtin, kesek jî bi şertê kontrola edlî hate berdan. -
ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Waliyê berê Tuncay Sonel ku delîlan tune kiribû, hat girtin
Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel hat girtin. -
Rapora girtîgehan a 3 mehan a Herêma Marmarayê hate eşkerekirin
Şaxê Stenbolê yê ÎHD'ê rapora binpêkirina mafan a 3 mehan a li girtîgehên li Herêma Marmarayê eşkere kir. Di raporê de hate ragihandin ku hezar û 602 binpêkirin hatine tespîtkirin. -
Bakirhan: Heta ku demokratîkbûn nebe asayîbûn nabe
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di civîna koma xwe de ya li meclîsê bal kişand ser krîzên civakî û sîstema edaletê û got, "Heta ku demokratîkbûn nebe asayîbûn nabe." -
DEM Partiyê ji bo 1'ê Gulanê bang kir: Em li Kadikoyê li hev bicivin
Rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê ragihand ku 1'ê Gulanê wê li Kadikoyê bin û ji bo mafên karkeran, demokrasî û aştiyê banga tevlîbûna girseyî kir. -
Şaredarê Eşmeyê hate girtin
Şaredarê navçeya Eşme ya Uşakê Yilmaz Tozan û 2 xebatkarên şaredariyê hatin girtin, ji her du kesan re jî biryara şertê kontrola edlî hate dayîn.