ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Bi sedan malbatên Efrînî piştî 8 salên ji koçberiya ji neçarî li warê xwe vegeriyan, lê nekarîn li malên xwe bi cih bibin Yan li gel xizmên xwe ne yan jî li kampan bi cih bûn. Li herêmê ji aliyê milk, ewlekarî û mafên mirovan ve binpêkirin dewam dikin.
Tayîp Temel têkildarî sala 128'emîn a çapemeniya Kurd axivî û got, "Di nava 50 salên dawî de bi têkoşîna azadiyê ya Kurd re Çapemeniya Azad ne tenê weke karekî rojnamevaniyê, her wiha weke parçeyekî têkoşînê hate meşandin."
Keya Çayan Dûrsûn li ber projeya JES'ê ya li Gimgimê rabû û anî ziman ku proje li ser xeta fay a çalak e, dikare rîska erdhejê zêde bike û zerarê bide sewalkariyê.
Di salvegera Rojnameya Kurdistanê de ku di 22’yê Nîsana 1898’an de li paytexta Misrê Qehîrê ji aliyê Miqdat Mîthad Bedirxan ve hatibû weşandin, rojnamevanên Kobanê gotin, "Em ê heta dawiyê bibin dengê gel û rastiyê.”