Şaredarê Eşmeyê hate girtin

Şaredarê navçeya Eşme ya Uşakê Yilmaz Tozan û 2 xebatkarên şaredariyê hatin girtin, ji her du kesan re jî biryara şertê kontrola edlî hate dayîn.

Şaredar Yilmaz Tozan, hevjîna wî Burcu Tozan, ajokarê Şaredar Tozan M.F, wezîfedarê Midûriyeta Zabita ya Şaredariya Eşme Î.U, xebatkarê şaredariyê H.D û endamê Meclîsa CHP’ê ya Şaredariya Eşme R.S.S û midûrê pênûsa taybet a Tozan S.B ên ku di lêpirsîna Serdozgeriya Komara Eşme de hatibûn binçavkirin, sewqî Edliyeya Eşmeyê hatin kirin.

Endamê Meclîsa CHP’ê ya Şaredariya Eşme R.S.S û xebatkarê şaredariyê H.D piştî lêpirsîna dozgeriyê, hatin berdan.

Başkan Tozan bi sûcdariya “bi armanca sûc avakirina rêxistinekê, rêvebirin û îrtîkap”, ajokarê wî M.F û wezîfedarê zabitayê Î.U, bi sûcdariyên “endamtiya rêxistina bi armanca sûc hatî avakirin yan jî alîkarî dayînê” bi daxwaza girtinê û Burcu Tozan û midûrê pênûsa taybet S.B jî bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî, sewqî Dadgeriya Sûlh û Ceza ya Nobedar hatin kirin.

Şaredar Tozan, Î.U û M.F. hatin girtin. Burcu Tozan û S.B. jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.