ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di navbera DYE û Çînê de rageşiya 'Panama'yê mezin dibe
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, pênc welatên Emerîka Latîn û Karîbîk welatê Çînê sûcdar kirin ku li ser Qenala Panamayê 'bazirganiyê siyasî' dike. Di daxuyaniya hevpar de piştgirî ji Panamayê re hate dayin. -
Dogan Erbaş: Eger bi Birêz Ocalan re li ser ya maqûl lihevkirin nebe, çareserî nabe
Dogan Erbaş got, "Di mijara pêvajoya derbasbûnê ya qanûnî de ku em weke qanûna çarçoveyê pênase dikin, divê tekez bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Eger bi Birêz Ocalan re li ser ya maqûl lihevkirin nebe, çareserî nabe." -
'Ji bo parastina destketiyên li Rojava pêwîstî bi piştgiriyeke xurt heye'
Parêzer Rengîn Ergul ku serdana Rojava kir, ragihand ku parastina destketiyan tenê bi berxwedêriya Kurdên li Rojava nabe, divê ji derve ve jî piştgiriyeke xurt ji bo parastina van destketiyan bê dayin. -
De Conca: Şert e ku Ocalan azad bibe û weke muzakerevanê sereke bê qebûlkirin
De Conca diyar kir ku dewleta Tirk hîn jî dest ji nêzîkatiyên ewlekarîperest bernedaye û got, "Fesixkirina PKK'ê nayê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd. Ji bo serketina pêvajoyê divê Ocalan azad bibe û weke muzakerevanê sereke bê naskirin. -
ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Berdana Erhan Kaya ku 31 sal in girtî ye dîsa hat taloqkirin
Erhan Kaya tevî ku cezayê xwe qedandiye, cara duyemîn e berdana wî tê taloqkirin. Malbata wî biryar wekî "keyfî" bi nav kir. -
Karkerên Madenê yên Dorukê çalakiya xwe bi dawî kirin
Karkerên Madenê yên Dorukê ku 9 roj in di greva birçîbûnê de bûn, piştî daxwazên wan hatin bicihanîn çalakiya xwe bi dawî kirin. -
Komkujiya Roboskiyê di meha 172’an de ye: Rêya edaletê wê ji Roboskiyê derbas bibe
Rêveberê Komeleya ÎHD'ê Atîlla Dîrîm ku di 172'emîn meha Komkujiya Roboskiyê de axivî, diyar kir ku ji bo dosye bê girtin bi zanebûnî bi derengî tê xistin. -
Tulay Hatîmogullari: Eger gav neyê avêtin, wê helwestên provokatîf pêş bikevin
Tulay Hatîmgullari diyar kir ku desthilatdarî têkildarî aştiyê di nava helwesteke tirsonek û mijûlkirinê de ye û hişyarî da ku eger di pêvajoya aştiyê de desthilatdarî neavêje, wê helwestên provokatîf pêş bikevin. -
Li Wanê êşkence li 3 birayan hate kirin: ‘Berpisyar divê bên cezakirin’
Baroya Wanê ragihand ku ew ê lêpirsîna têkildarî êşkenceya li Elbakê li 3 birayan hatî kirin, ji nêz ve bişopînin. -
Li Siwêdayê teqîn: 2 kes birîndar bûn
Li Siwêdayê, li cihekî nêzî wesayitên Hêzên Parastina Neteweyî teqînekê rû da. -
Li Amasyayê qadên jiyanê yên Elewiyan di bin gefa 'madenê' de ne
Saziyên Elewiyan li ber destûrnameya madenê rabûn ku li navçeya Gumuşhacikoy a Amasyayê ji bo qadeke berfireh hatiye dayin. -
DEM Partî: Desthilatdarî hewl dide dibistanan bike weke girtîgeh û leşkergehan
Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê bal kişand ser bûyerên tundiyê yên kujer ên li dibistanên li Mereş û Sêweregê û diyar kir ku Wezareta Karên Hundir bi giştînameyeke nû dixwaze dibistanan bike weke girtîgeh û leşkergehan. -
Qeyûmê berê yê Xelfetiyê hate girtin
Qeyûmê berê yê Xelfetiyê Şeref Albayrak jî di nav de 29 kes hatin girtin. -
Bayramoglû: Pêvajo di navbera hesabê hilbijartinê yê desthilatdariyê û bendewariyan de asê maye
Nivîskar Alî Bayramoglû ragihand ku pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di navbera hesabê hilbijartinê yê Erdogan û bendewariya hilbijêrên Kurd de asê maye û ev rewş weke 'asêmayineke siyasî' pênase kir. -
Guneş: Meseleya Kurd ne ew mesele ye ku bi taktîka mijûlkirinê bê taloqkirin!
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş anî ziman ku nêzîkatiyeke taktîka mijûlkirinê ya li meseleya Kurd bêcidiyeteke mezin e û got, "Divê siyaset aliyê xwe hilbijêre; wê li aliyê şer, kaos û bêhiqûqiyê be, yan jî li aliyê aştî, edalet û wekheviyê be?" -
ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Temelli: Pêvajoya muzakereyê divê bibe xwedî zemînekî zagonî
Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezai Temelli diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk mayinde bibe, divê bi lezgînî rêziknameyeke zagonî ya taybet pêşkêşî parlamenê bê kirin -
Li Meletiyê erd hejiya
Li navçeya Battalgazî ya Meletiyê bi pileya 4.4 erd hejiya. -
Ji Amedê ji bo Kobanê bang: ‘Divê pêşiya alîkariyên mirovî bê vekirin’
Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê nerazîbûnên xwe nîşanî astengkirina TIR’ên alikariyê yên ji Kobanê re hatine şandin, da û bang li saziyên navneteweyî kir ku mudaxeleyê bikin. -
Li Enqereyê polîsan êrîş bi ser meşa karkeran: Serokê sendîkayê hate binçavkirin
Li Enqereyê meşa karkerên Doruk Madencilik hate astengkirin; rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin. -
Polîsan êriş birin ser bîranîna 1'ê Gulanê ya Taksîmê: Zêdeyî 40 binçavkirî
Li Beyoglûyê destûr ji komekê re nehate dayin ku dixwest qurbaniyên sala 1977'an bi bîr bîne. Ciwanên ku hewl didan dîmenan bikişînin jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. -
Ji ÎHD'ê daxuyaniyên hemwextî: Ji bo pêvajoyê divê qanûna çarçoveyê bê derxistin
ÎHD'ê li gelek bajaran bi hemwextî daxuyanî da çapemeniyê û ji bo pêvajoya bêşer veguhere aştiyeke mayinde daxwaz kir ku qanûneke çarçoveyê ya berfireh bi lez bê derxistin. -
Polîsan meşa karkerên madenê yên di grevê de, asteng kir
Li Enqereyê karkerên Doruk Madencilik ên ji bo mafên xwe di greva birçîbûnê de ne, xwestin ber bi Wezareta Enerjiyê ve bimeşin. Lê polîsan meşa wan asteng kir. -
Li Îzmîrê 16 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin
Li Zanîngeha Dokûz Eylulê di çarçoveya lêpirsîna têkildarî astengkirina danîna standê ya komeke nijadperest gelek xwendekar hatin binçavkirin.