ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû anî ziman ku pêvajo li ber xitimînê ye û got, "Divê ev pêvajo tenê ji dewletê re neyê hiştin. Pêwîste gel xwedî lê derkeve."
De Conca diyar kir ku dewleta Tirk hîn jî dest ji nêzîkatiyên ewlekarîperest bernedaye û got, "Fesixkirina PKK'ê nayê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd. Ji bo serketina pêvajoyê divê Ocalan azad bibe û weke muzakerevanê sereke bê naskirin.
Parêzer Rengîn Ergul ku serdana Rojava kir, ragihand ku parastina destketiyan tenê bi berxwedêriya Kurdên li Rojava nabe, divê ji derve ve jî piştgiriyeke xurt ji bo parastina van destketiyan bê dayin.
Dogan Erbaş got, "Di mijara pêvajoya derbasbûnê ya qanûnî de ku em weke qanûna çarçoveyê pênase dikin, divê tekez bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Eger bi Birêz Ocalan re li ser ya maqûl lihevkirin nebe, çareserî nabe."
Şerê DYE-Îsraîl û Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.