Polîsan meşa karkerên madenê yên di grevê de, asteng kir

Li Enqereyê karkerên Doruk Madencilik ên ji bo mafên xwe di greva birçîbûnê de ne, xwestin ber bi Wezareta Enerjiyê ve bimeşin. Lê polîsan meşa wan asteng kir.

Greva birçîbûnê ya karkerên Doruk Madencilik a Sendîkaya Kar a Madenê ya Serbixwe, di roja 8’an de ye.

Karker daxwaza diravên xwe yên ku bi mehane nehatine dayîn û mafên xwe yên din, dikin. Karker ji Parka Kurtuluş dest bi meşê kirin û xwestin bi Wezareta Çavkaniyên Enerjiyê re hevdîtinê bikin. Lê belê polîsan karker asteng kir.

Polîsan karker xistin bin dorpêçê û bi gaza îsotê mudaxile kirin. Hat diyarkirin ku di dema êrîşê de nehiştine karker ji qadê jî derkevin.

Karkerên madenê anîn ziman ku heya daxwazên wan tên pêşwazîkirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin.