Li Îzmîrê 16 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin

Li Zanîngeha Dokûz Eylulê di çarçoveya lêpirsîna têkildarî astengkirina danîna standê ya komeke nijadperest gelek xwendekar hatin binçavkirin.

Danê vê sibehê li Îzmîrê bi ser gelek malan de hate girtin û 16 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan, 7 meh berê komeke ji nijadperestan xwestin li Zanîngeha Dokûz Eylulê ya Îzmîrê standê dînin, lê destûr nehatibû dayin û xwendekar bi vê sedemê hatine binçavkirin.

Xwendekarên binçavkirî bi îdiayên “dijminatî û kînê di nava gel de belav dikin”, “Perwerde û fêrkirin asteng kirin” û “kes ji azadiya xwe bêpar hiştine” hatine tawanbarkirin.

Xwendekar ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê.