ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Nivîskar Alî Bayramoglû ragihand ku pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd di navbera hesabê hilbijartinê yê Erdogan û bendewariya hilbijêrên Kurd de asê maye û ev rewş weke 'asêmayineke siyasî' pênase kir.

Şerê navbera DYE-Îsraîl û Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş anî ziman ku nêzîkatiyeke taktîka mijûlkirinê ya li meseleya Kurd bêcidiyeteke mezin e û got, "Divê siyaset aliyê xwe hilbijêre; wê li aliyê şer, kaos û bêhiqûqiyê be, yan jî li aliyê aştî, edalet û wekheviyê be?"

Li Başûrê Kurdistanê PDK bi nêzîkatiyeke navendîparêz dixwaze rêveberiya giştî û hatineya aboriyê ya Herêma Kurdistanê kontrol bike, YNK jî parvekirineke bi hevsengî û parastina xweseriya herêma xwe ji xwe re dike armanc.