ROJANE
Hemû Nûçe
-
110 madenkar hatin binçavkirin
110 madenkarên li ber Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê çalakî dikirin, hatin binçavkirin. -
Ozev: Tundiya li nava dibistanê bi guhertina sîstema perwerdeyê çareser dibe
Ji Egîtîm-Senê Huseyîn Ozev destnîşan kir ku tundiya li nava dibistanê ne bi polîtîkayên ewlekariyê, lê bi perwerdeya bê pere û bi kalîte dikare bê çareserkirin. -
'Binpêkirinên li girtîgehan ji rewşa siyasî ya li derve qut nîne'
Parêzer Esra Bîlen bal kişand ser zextên li ser girtiyan û got, "Ev binpêkirin destwerdana li fikrê aştiyê û şensê lihevkirina civakî ye. Bûyerên li girtîgehan diqewimin ji yên li derve cuda nîne; nîşaneya yekser a atmosfera siyasî ya vî welatî ye." -
ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di lêpirsîna Gulistan Doku de serbjîşkê wê demê Ozdemîr hat girtin
Serbijîşkê berê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dersîmê Çagdaş Ozdemîr ê di çarçoveya qetilkirina doza Gulistan Doku de hatibû binçavkirin, hat girtin. -
Destwerdana bi zorê li girtiyê di greva birçîbûnê de
Li girtîgeha celebê bîrê, li Gurkan Turkoglu yê ku 265 rojan di greva birçîbûnê ya bêdem de bû, bi zorê destwerdan hate kirin. Parêzerên wî diyar kirin ku bi vê destwerdanê re jiyana Turkoglu di xetereyê de ye. -
DYE’yê welatiyên xwe hişyar kir: Neçin Iraq û Herêma Kurdistanê
Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Iraq û Herêma Kurdistanê û ragihand ku komên girêdayî Îranê plana êrîşan dikin. -
OHD: Di Newroza 2026'an de herî kêm 253 kes hatin binçavkirin, 63 jî hatin girtin
Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê rapora binpêkirina mafan a di Newroza 2026'an de eşkere kir. Di raporê de işaret bi binçavkirin, girtin û îdîayên li ser kiryarên xerab hate kirin. -
DEM Partî li ber hewldanên 'sîxurkirinê' û 'gefê' yên li Îzmîrê rabû
Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya DEM Partiyê ragihand ku wê têkildarî gef û hewldanên sîxurkirina endamên xwe giliyê polîsan bike. -
DEM Partî: Ji bo aştiyê pêwîstî bi çêkirina qanûnan heye
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berpirsyariya esasî ya hikumetê ye û got, "Pêwîstiya bi çêkirina qanûnan eşkere ye." -
Ji bo Rojîn Kabaîş kampanya îmzeyan hate destpêkirin
Komîsyonên Edaletê yên ji bo Rojîn Kabaîş têkildarî lêpirsîna ku 19 meh in bê encam maye, kampanya îmzeyan da destpêkirin. Di kampanyayê de eşkerekirina delîlan û meşandina pêvajoyê ya bi şênberî tê xwestin. -
Di doza dijî projeya JES'ê de ya li Gimgimê biryara navberê. Belge hate xwestin
Di doza li dijî projeya JES'ê de ku tê plankirin li gundê Xwarikê yê li navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, dadgehê beriya daxwaza rawestandina rêvebirinê belge û agahiyên zêdetir xwest. -
Pêwendiya pirsgirêkên li dibistanan bi pirsgirêkên pergalî heye
Psîkolog û Perwerdekar Şiyar Guldîken anî ziman ku êrişên dibistanan ên li Sêwereg û Mereşê ne tenê şexsî ne û pêwendiya xwe bi mercên civakî û perwerdeyî heye. -
Kadîr Cesûr: Agirbest mayinde nîne, rageşiyeke demdirêj heye
Agirbesta navbera DYE-Îsraîl û Îranê bi binpêkirinên li qadê re nîşan dide ku dûrî ji mayindebûnê ye. Rojnamevan Kadîr Cesûr bal kişand ser serdema rageşiyê ku dûrî ji aştiyeke mayinde ye. -
Dewletê dest danî ser Tirkiyeyê
Rejîma AKP'ê çavkaniyên binê erdê yên li herêmên Derya Reş, Ege û Derya Spî di navbera parlamenterên xwe û şîrketên alîgirê xwe de parve kir. Para herî zêde jî ji parlamenterê AKP'ê yê Îdirê Canturk Alagoz û Cengîz Holdîng û Lîmak Holdîngê re hate dayin. -
ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Jinan ji Gemlîkê gul û name avêtin behrê
Jinên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan, gul û name avêtin Behra Marmarayê. -
Li Gemlîkê banga 'azadî û misogeriya hiqûqê' ya ji bo Rêber Apo hat kirin
Di meşa li navçeya Gemlik a Bursayê de daxwaza aadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin. Di daxuyaniyê de banga derbasbûna qonaxa duyemîn a pêvajoyê û avakirina zemîna hiqûqê ya aştiyê hat kirin. -
Îran 20 girtiyên siyasî ji Evînê sewq kirin, hemû peywendiyên wan qut kirin
Îranê 20 girtiyên siyasî ji Girtîgeha Evînê ber bi Girtîgeha Qizilhesarê ve sürgün kirin. Peywendiya girtiyan a bi malbatên wan re hate qutkirin. -
Jin gihiştin Gemlîkê
Jinên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi rê ketin, gihiştin Gemlîkê. Dema ku jinên ji Stenbolê jî gihiştin navçeyê, wê Meşa Gemlîkê destpê bike. -
Jin ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin
Jin bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji 3 navçeyên Stenbolê ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin. -
Civaknas Ezgî Sila Demîr: Êrişên li dibistanan nîşaneya tundiya civakî ye
Civaknas Ezgî Sila Demîr diyar kir ku êrişên dibistanan ên li Sêwereg û Mereşê bûyerên şexsî nînin, divê weke bandora tundiya çand û avaniyê ya li ser zarokan bê dîtin. -
FEDA û DAKB: Her komkujiya hatî jibîrkirin, rê li ber yên nû vedike
Di daxuyaniya FEDA û DAKB’ê de qurbaniyên Komkujiya Meletî hatin bîranîn û wiha hate gotin, “Her komkujiya hatî jibîrkirin, rê li ber yên nû vedike. Her sûcê bêceza tê hiştin, zilmê mezin dike û bêedaletiyê kûr dike.” -
Rastiya tundiya li dibistanan û berpirsiyariya desthilatdariyê
Êrîşên li ser dibistanên Riha û Mereşê yên ku ji aliyê sûcdarên di temenê zarokatî de hatine kirin, careke din rizandina pergala perwerdehiyê û valahiya kûr a di polîtîkayên parastina zarokan a desthilatê de raxist ber çavan. -
Lorena Lopez de Lacalle: Ocalan ji bo me çavkaniya sûdwergirtinê ye, divê azad bibe
Seroka EFA'yê Lopez de Lacalle got, fikrên Rêber Apo ji bo wan bûye çavkaniya sûdwergirtinê û destnîşan kir ku gelekî girîng e, Rêber Apo azad bibe û weke muzakerevanê sereke bê qebûlkirin.