Ji bo Rojîn Kabaîş kampanya îmzeyan hate destpêkirin

Komîsyonên Edaletê yên ji bo Rojîn Kabaîş têkildarî lêpirsîna ku 19 meh in bê encam maye, kampanya îmzeyan da destpêkirin. Di kampanyayê de eşkerekirina delîlan û meşandina pêvajoyê ya bi şênberî tê xwestin.

Lêpirsîna têkildarî mirina bi guman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş 19 meh li pey xwe hişt, lê belê hîn jî gaveke şênber nehatiye avêtin.

Malbat, parêzer û rêxistinên jinan ji bo ronîkirina dosyayê têkoşîna xwe dewam dikin. Komîsyonên Edalet ji bo Rojîn Kabaîş jî gaveke nû avêt. Komîsyonê bi sernavê "Di dosya Rojîn Kabaîş de: delîlan tarî neke! Telefonê veke, DNA'yê eşkere bike" kampanya îmzeyan da destpêkirin.

Di kampanyayê de eşkerekirina delîlan û meşandina pêvajoyê ya bi şênberî tê xwestin. Her kes bi rengekî online dikare tevlî kampanyayê bibin. Komîsyon wê di rojên pêş de li 56 bajaran standan dîne û îmzeyan kom bike.