Jin gihiştin Gemlîkê

Jinên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi rê ketin, gihiştin Gemlîkê. Dema ku jinên ji Stenbolê jî gihiştin navçeyê, wê Meşa Gemlîkê destpê bike.

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya azadiya Rêber Apo, bi dirûşma “Dema jinê ye, dema azadî û Rêberiya azad e” Meşa Gemlîkê lidar dixe. Gelek jinên ji bajarê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi rê ketin, gihiştin navçeya Gemlîkê ya Bursayê.

Jinên pêşmalkên bi nivîsa “Jin, jiyan, azadî” li xwe kirin, gihiştin Gemlîkê. Jin, li benda koma li Stenbolê bi rê ketin in. Jinên li Gemlîkê gihiştin hev, gelek caran tililiyan diavêjin û dirûşmên “ “Jin, jiyan, azadî, azadiya Rêbertî”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” berz dikin. Her wiha jin li ber def û stranên Kurdî govendê digerînin.

Tê payin ku dema koma jinan a li Stenbolê bi rê ketî gihişt Gemlîkê, saet di 13.00’ê de meş destpê bike.