ROJANE
Hemû Nûçe
-
Komîsyona meclîsê ji bo rewşa dawî ya raporê dicive
Komîsyona Meclîsê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ava bû, ji bo nirxandin û dengdana li ser rewşa dawî ya raporê sibe saet di 11:00 de dicive. -
Bakirhan: Divê statuya Birêz Ocalan garantî bibe
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakrihan got, "Ji bo aştiyeke mayinde divê statu û mercên kar ên Birêz Ocalan ne bi fîîlî lê bi sererastkirinên fermî û qanûnî bêne diyarkirin û garantîkirin." -
Girtina zarokekê ji ber hûnandina keziyê ne bes bû, îca îdîaname jî hat amadekirin
Xwendekara lîseyê ya bi navê A.K. ku li Îzmîrê ji ber li ser hesaba xwe ya medyaya civakî dîmenek ku porê xwe tê de dihûne weşand, di 5’ê Sibatê de hatibû binçavkirin. Îdîanameya ku derbarê A.K. de hat amadekirin hat qebûlkirin. -
ROJEVA 17'Ê SIBATA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Rapora pêşnûmeyê neqediyaye
Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê diyar kirin ku nûçeyên ku dibêjin pêşnûmeya rapora hevbeş qediyaye ne rast in, hîn jî xalên li hev nekirine hene û xebat berdewam dike. -
Rêber Apo: Ji bo qonaxa duyemîn divê derfet bên afirandin
Endamê Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê Mîthat Sancar diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtinê de gotiye, “Qonaxa yekem qediya. Ev hevdîtin civîna têketina entegrasyonê ye” û “Ji bo hêza xwe di qonaxa duyemîn pêk bîne divê derfet bên afirandin.” -
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina li gel Rêber Apo ji Girava Îmraliyê vegeriya. Tê payîn ku şande sibe daxuyaniyê bide -
Civîna 6’an a koma nivîsandinê bi dawî bû: ‘Xebat dewam dikin’
Civîna 6’an a koma nivîsandina rapora hevpar ku ji endamên Komîsyona Meclisê pêk tê, bi dawî bû. -
Rêveberê bajarê Rihayê yê DEM Partiyê Aslan hate girtin
Rêveberê DEM Partiyê yê bajarê Rihayê Huseyîn Aslan ji ber ku tevlî çalakiya şermezarkirina êrişên li ser Rojava bû hate girtin. -
Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê li hev civiya
Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê ku têkildarî meseleya Kurd hate avakirin, ji bo civîna xwe ya şeşemîn lidar bixe, li hev civiya. -
Heyeta DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. -
Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin
Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku li girtîgehan girtiyên nexweşên giran û pîr bi astengiyên cidî yên gihîştina dermankirinê re rû bi rû ne û got ku bersivnedana daxwazên berdanê mafê jiyanê dixe bin xetereyê. -
‘Sînorkirina nafaqeyê xizaniya jinan kûr dike’
Parêzer Fatma Hopikoglu ya ji Komîsyona Jinan a OHD’ê, derbarê pêşniyarên sînorkirina nafaqeyê ya li gorî dema zewacê û “fona nafaqeyê” de axivî. Hopikoglu diyar kir ku ev nîqaş ji zemîna hiqûqî bêtir, rastiyên sosyo-ekonomîk ên jinan tine dihesibînin. -
ROJEVA 16’Ê SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
Di çalakiyên ku li dijî 27’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo hatin lidarxistin de, wiha hate gotin, “Em dixwazin teqez azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk were.” -
Komploya 15’ê Sibatê li Stenbolê hat protestokirin
Li Stenbolê bi munasebeta salvegera komploya 15'ê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin û hate gotin: "Bi pêkanîna mafê hêviyê ve aştî pêkan e." -
Şandeya DEM Partî wê sibe biçe Îmraliyê
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê wê sibe ji bo dîtina Rêber Apo biçe Girava Îmraliyê. -
Li Hatayê civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’
Rêxistina Hatayê ya DEM Partiyê di çarçoveya “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” de li Îskenderûnê civîna gel lidar xist. -
Mazlûm Ebdî: Me li Munihê daxwaza Kurdan anî ziman
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, diyar kir ku ew di Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de hevdîtinên girîng pêk anîne û daxwazên Kurdan di platforma navneteweyî de anîne ziman. -
Komploya 15'ê Sibatê li Edeneyê hate şermezarkirin
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê, Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir. -
Ji DBP’ê daxuyaniya 15’ê Sibatê: ‘Birêz Ocalan divê azad bibe’
DBP’ê bi wesîleya salvegera 27’emîn a Komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek nivîskî da û ev bang kir, “Navnîşan û îradeya çareseriyê diyar e; divê Birêz Ocalan azad bibe!” -
Boutiflatê ku ji Rojava vegeriya: Yekane misogeri, naskirina statuya Rojava ye!
Siyasetmedarê Fransî Dylan Boutiflat ê ku ji Rojava vegeriya, bal kişand ser nakokiya navbera soz û kiryarên hikûmeta El-Şara ya li qadê û destnîşan kir ku naskirina statuya Rojava di qada navnetewî de gelekî girîng e. -
ROJEVA 15’Ê SIBATA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Ji bo girtiyên nexweş li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê çalakî hatin lidarxistin
Parêzvanên mafên mirovan li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakî lidar xistin. -
Nasnameya 240 xwepêşanderên Kurd ên li Îranê hatin qetilkirin, eşkere bû
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku nasnameya 20 jê zarok 240 xwepêşanderên Kurd ên di xwepêşandanan de ji aliyê rejîma Îranê ve hatîn qetilkirin, hate piştrastkirin.