Xizmên windayan daxwaza edaletê kirin
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li 5 bajaran bi daxwaza ‘Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin’ çalakiya xwe lidar xistin.
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li 5 bajaran bi daxwaza ‘Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin’ çalakiya xwe lidar xistin.
Xizmên Windayan û Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiyên xwe yên heftane ên bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kujer werin darizandin" domandin û li aqûbeta Alî Îhsan Dagli, Ahmet Bûlmûş Sebahattin Alî, Nurettin Yedîgol, Aydin Tekay pirsîn.
AMED: Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê di hefteya 896’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHD’a Amedê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Alî Îhsan Dagli yê ku 14’ê Nîsana 1995’an de li gundê Eşme yê navçeya Farqînê ya Amedê hate binçavkirin û di binçavan de hate windakirin hate pirsîn. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH: Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê jî di hefteya 732’yemîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê li aqûbeta Ahmet Bulmuş ê ku di 1’ê Nîsana 1994’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû girtin û windakirin pirsîn. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bidawî bû.
RIHA: Şaxa ÎHD’a Rihayê bi daxwaza "Winda werin dîtin kujer werin darizandin" çalakiya xwe ya heftane di hefteya 71’emîn de domandin. Çalakî li Novado Park a li navçeya Xelîliyê hat lidar xistin. Xizmên windakiriyan û parastvanên mafên miovan beşdarî çalakiyê bûn. Çîroka Fahrî İnan rêveberê şaxa ÎHD’ê Enes Mîllî xwend. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG: Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya xwe ya bi daxwaza “Winda werin dîtin, faîl bên darizandin” ku di hefteya 222’yan de ye, li Kolana Hunerê lidar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Xizmên Windayan, parastvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Fahrettîn Şedal yê ku dema li balkona mala xwe bi keça xwe re rûniştibû hatiye kuştin, hate pirsîn. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê dawî bû.
ÎZMÎR: Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmirê, çalakiya xwe ya heftane ya bi daxwaza "Bila winda werin dîtin, faîl werin darizandin" li ber Sumerbanka Kevin a Konakê domand. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankartên "Winda wijdan e, xwedî lê derkeve" û "Winda diyar in, faîl li kuderê ne?" hatin vekirin. Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Îzmirê Evrîm Kubîlay, di daxuyaniya pirsîna çarenûsa windayan de çîrokên Sebahattin Alî, Nurettin Yedîgol, Aydin Tekay û Alî Îhsan Dagli vegot û bal kişand ser polîtîkaya bêcezakirinê ya dewletê.