Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr Acar pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr acar pirsîn ku beriya 34 salan piştî hat binçavkirin êdî agahî jê nehat wergirtin.
Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr acar pirsîn ku beriya 34 salan piştî hat binçavkirin êdî agahî jê nehat wergirtin.
Mirov-Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1098’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane lidar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’a Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.
Dayikên Şemiyê vê hefteyê serpêhatiya Nezîr Acar ê ku berî 34 salan di sala 8’ê Nîsana 1992'yan de li gundê Gûrîza yê Kerboran a Mêrdînê piştî hate binçavkirin êdî agahî jê nehat girtin, pirsîn.