Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî bû Serokomarê Iraqê yê nû

Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî di tura duyemîn de piraniya dengan wergirt û bû Serokomarê Iraqê yê nû.

NIZAR AMÊDΠ

Hilbijartina 18 namzetên Serokomariya Iraqê piştî nîvro destpê kir. Ji 329 parlamenteran 252 parlamenter li parlamentoyê amade bûn û dengê xwe bi kar anîn. 

Di tura yekemîn de namzetê YNK’ê Nizar Amêdî 208, namzetê PDK’ê Fûad Husên 17 û namzetê Yekîtiya Îslamî Musena Emîn jî  17 deng wergirtin.

Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî di tura duyemîn de piraniya dengan wergirt û bû Serokomarê Iraqê yê nû.

NIZAR AMÊDÎ KÎ YE?

Li Duhokê ji dayik bûye, li Zanîngeha Mûsilê endezyarî xwendiye û li Silêmaniyê û Bexdayê jiyaye û xebitiye.

Amedî li Iraqê berê di gelek peywiran de cih girtiye. Ji 2022 heta 2024’an di Wezîreta Jîngehê de xebitî. Her wiha şêwirmendiya Serokomar Mam Celal Talabanî, Dr. Fûad Masûm û Dr. Berhem Salih kiriye.

Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Nizar Amûdî di karên hikûmet û qada siyasî de 30 salan xebitiye.