Greva birçîbûnê ya li Antalyayê ya li dijî girtîgeha bi tîpa 'bîrê' bi ser ket

Daxwaza sê girtiyan hate qebûlkirin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Doşemealti ya Antalyayê ketibûn greva birçîbûnê. Girtiyand awî li çalakiya xwe anîn, lê belê karê veguhestinê hîn nehatiye destpêkirin.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) derbarê rewşa girtî Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglu û Huseyîn Ozen ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê dest bi greva birçîbûnê kiribûn daxuyaniyeke niviskî belav kir û diyar kir ku daxwaza girtiyan bi cih hatiye û çalakiya xwe bi dawî kirine.

ÎHD'ê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek nivîskî belav kir û ev agahî da: “Ji me re hate ragihandin ku girtî Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglu û Huseyîn Ozen ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê bi daxwaza sewqkirina girtîgeheke ku li gorî şert û mercên navneteweyî ye dest bi greva birçîbûnê kiribûn daxwazên wan ên sewqê qebûl bûne û girtiyan çalakiya xwe bi dawî kir. Li bendê ye ku piştî kontrolan girtî bên sewqkirin. Em ê li dijî polîtikayên tecrîdê mafê jiyana girtiyan biparêzin.”