ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wê îro li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar bixe.

Şerê navbera DYE-Îsraîl û Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Mehmet Zahît bal kişand ser destûra ji bo lêgerîna JES'ê ya li 3 gundên navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê û got, "Em dixwazin paşeroja xwe biparêzin." Mehmet Zahît diyar kir ku ev proje bi kêrî wan nayê.

Şerê li Rojhilata Navîn ê li Îranê ne şerekî klasîk ê leşkerî yê navbera du yan jî sê aktoran e. Îran ji ber tora xwe ya herêmî li herêmê di hevsengiya hêzê de yek ji welatên diyarker e. Beşa sêyemîn a dosya Îranê

Damezrînerê Kurdolingo Cîhad Îlbaş got, "Li pêşiya me têkoşîneke hem polîtîk hem jî aborî heye. Divê em hişê çêkirî ji bo xwe bi kar bînin û bazareke Kurdî ava bikin."

Li navçeya Rezan a Amedê bikaranîna narkotîkê û çetebûyîn ne tenê pirsgirêkeke ewlekariyê ye, di heman demê de işaretê bi krîzeke pir alî ya ji ber kêmasiya polîtîkayên civakî, bêkarî û xizaniyê dike.