ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Kalkan diyar kir ku ew bi rengekî stratejîk nêzî pêvajoyê dibin, weke tevger di mijara guherîn û veguherînê de bi biryar in û got, wê Tirkiyeyê ji aliyê demomkratîk ve biguherînin û yên li ber vê rabin jî dawiya dawî wê winda bikin.

Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî ya ji bo girtina GOÇÎZDER'ê li gorî hiqûqê dît û erê kir. Parêzerên komeleyê biryar xist rojeva Dadgeha Bilind.

Gursel Taş ku piştî salên sirgûniyê yên li Stenbolê vegeriya warê xwe Gimgimê û dest bi sewalkariyê kir, li dijî projeya JES'ê bi biryar e ku li ber xwe bide.

Tê dîtin ku rejîm bi tepisandina daxwazên nasnameyê yên gelan û têkoşîna azadiyê ya jinan dixwaze li ser piyan bimîne. Ev tablo nîşan dide ku statuko hîn bêhtir lawaz bûye û li ber şikestinê ye. Beşa duyemîn a dosya Îranê