ROJANE
Hemû Nûçe
-
Fabîan Molîna: Divê kelha demokrasî û aramiyê Rojava were parastin!
Endamê Parlamentoya Federal Fabîan Molîna di rojeva Parlamentoya Swîsreyê de qala geşedanên li Sûriyeyê kir. Fabîan Molîna destnîşan kir ku Rojava kelheke ku nûneriya demokrasî û aramiyê dike û ji bo piştevaniya Rojava, bang kir. -
Rewşa tenduristiyê ya girtiyê siyasî Ahmed Guven giran e
Girtiyê siyasî yê Kurd Ahmed Guven ku 30 sal in girtî ye, rewşa wî ya tenduristiyê giran bûye. Ji ber ku ranakin nexweşxaneyê, fikar li ser jiyana wî zêde bûne. -
Milîsên HBDH’ê li dijî dagirkeriyê çalakî kirin
Milîsên Kader Ortakaya yên HBDH’ê di çarçoveya seferberiya ji bo parastina Şoreşa Rojava hatî destpêkirin de, li Bûrsa û Stenbolê 4 çalakî kirin. -
DEM Partî: Divê pêşî li asayîbûna li Sûriyeyê bê vekirin
Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê têkildarî ketina rejîma Esad daxuyanî da û diyar kir ku divê bi rêveberiyeke derbasbûnê ya ji hemû beşên civakê demokratîkbûna Sûriyeyê pêk were. -
Hikûmeta Şamê hilweşiya
Hat ragihandin ku artêşa Sûriyeyê kontrola xwe ya li paytext Şamê winda kiriye û Serokê Dewletê Beşar Esad welêt terikandiye. -
Bi rêya TÎGEM’ê koçberî li ser gundiyên Serêkaniyê tê ferzkirin
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê li gelek gundiyan hatiye qedexekirin ku zeviyên xwe yên li kêleka Midûriyeta Giştî ya Çandiniyê (TÎGEM) bi kar bîne. -
ROJEVA 8’Ê KANÛNA 2024’AN
Rojeva sereke ya Kurdistanê û Cîhanê. -
Di foruma HDK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
Nûnerên partiyên siyasî yên di foruma HDK’ê de axivîn, peyama ‘têkoşîna hevpar’ dan. -
Li 2 bajaran çalakî: Ji girtiyên nexweş re azadî!
Li Stenbol û Enqereyê hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Melek Akgun û Emrah Abî giran e û hat xwestin ku demildest bên berdan. -
Mafê hevdîtina Pexşan Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astangkirin
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku rayedarên Girtîgeha Evînê 150 roj in nahêlin parêzvanê mafên mirovan û rojnamevan Pexşan Ezîzî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. -
Xizmên windayan li 4 bajaran hatin ba hev
Xizmên windayan û endamên ÎHD’ê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê ji bo kesên di bin çavan de hatine windakirin, hatin ba hev. -
Dayikên Şemiyê, ji bo Taşkaya hatin ba hev
Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn ku beriya 31 salan li Sêweregê ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve di bin çavan de hate windakirin. -
Hejmara nû ya kovara Stêrka Ciwan derket
Kovara Stêrka Ciwan ku her meh ji bo ciwanên Welatparêz û Enternasyonalîst ên li Ewropayê dijîn tê weşandin, vê mehê bi dirûşmeya “Bi ruhê fedaî em ê serbikevin” derket. -
Li Girtîgeha Suluca êşkence û binpêkirinên mafan zêde bûn
Girtiyên li Girtîgeha Sulucayê diyar kirin ku êşkence û binpêkirinên mafan zêde bûne û gotin, “Em tecrîdê di nava tecrîdê de dijîn.” -
Çepnî: Hedef jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn û Şoreşa Rojava ye
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî da zanîn ku di piştperdeya pevçûnên li Sûriyeyê dest pê kirine de jinûvedîzaynkirina Rojhilata Navîn heye û got ku hedef Şoreşa Rojava ye. -
Li Stenbolê li dijî êrîşên li ser Rojava 3 çalakî hatin lidarxistin
Milîsên Suphî Nejat Agirnasli li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Rojava, li Stenbolê 3 çalakî pêk anîn. -
ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Tûrgay ê piştî 32 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin
Mehmet Tûrgay ê piştî 32 salan hat berdan, li Edeneyê ji aliyê gel ve hate pêşwazîkirin. -
NY: Li Sûriyeyê 280 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
NY’ê derbarê geşedanên li Sûriyeyê daxuyanî da û got ji 27’ê Mijdarê heta niha li Sûriyeyê 280 hezar kes ji cih û warên xwe bûne û metirsî heye ku ev hejmar bigihêje 1,5 milyonî. -
ÎSÎG: Di meha Mijdarê de 164 karkeran jiyana xwe ji dest dane
Li gorî ÎSÎG’ê di meha Mijdarê de herî kêm 164 û di deh mehan de jî her, kêm hezar û 708 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dane. -
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo koçberên li Rojava banga seferberiyê kir
Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ji bo koçberên li Til Rifat û Şehbayê banga seferberiyê kir. -
Karamûs: Berxwedan neçariyeke neteweyî ye
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava, banga têkoşîna topyekûn li gelê Kurd kir û got, “Hebûn û rûmeta gelê Kurd, wê bi yekîtî û berxwedanê bê parastin. Têkoşîna bi yekîtiya neteweyî, meseleyeke hebûnê ye.” -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Malbata Rêber Apo û wasiyê wî, ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Doza Narîn Guran: Daxwaza cezayê muebbetê ji 4 kesan re hate xwestin
Di doza Narîn Guran de dozger nêrîna xwe pêşkêş kir û xwest 4 bersûc bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê bê cezakirin. -
Hakan Tahmaz: Li Sûriyeyê kevir ji şûna xwe leqiya
Serokê Weqfa Aştiyê hakan Tahmaz anî ziman ku li Sûriyeyê kevir ji şûna xwe leqiya ye û jinûve dîzayna Rojhilata Navîn gihîştiye asteke nû.