ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo Îmraliyê serlêdana lezgîn li CPT hate kirin
Parêzerên Rêber Apo ji bo serdana girtîgeha Îmraliyê serî li CPT dan. -
Ji bo azadiya Rêber Apo 'Projeya Deklarasyonê'
Li Arjantînê ji bo azadiya Rêber Apo Projeya Deklarasyonê hate destpêkirin. Bi projeyê re daxwaza azadiya Rêber Apo û zêdeyî 10 hezar girtiyên siyasî yên Kurd tê kirin. -
ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Êrîşên dagirkeriyê li Stenbolê hatin protestokirin
Li Bagcilar û Okmeydaniyê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin protestokirin û peyama xwedîlêderketina Rojava hatin dayîn. -
DKP/BOG: Em ê Şoreşa Rojavayê biparêzin
Desteya Navendî ya DKP/BOG'ê: "Divê em destûr nedin ku çete Şoreşa Rojavayê mehkûmê tarîtiyê bikin. Em ê jêmayên DAÎŞ'ê paqij bikin û Şoreşa Rojavayê biparêzin." -
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê diçe Tirkiyeyê
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken roja Înê diçe Tirkiyeyê û wê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan re hevdîtinê bike. -
Vîldan Dogan: Divê muxalîfên Tirkiyeyê jî Rojava biparêzin
Hevberdevka DBP'ê ya Herêma Marmarayê Vîldan Dogan bal kişand ser êrîşên desthilatdariya AKP'ê yên li ser Rojava û got, ne tenê Kurd her wiha divê hêzên muxalîf ên li Tirkiyeyê jî li ber vê yekê rabin. -
ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Yên xwe dispêrin çeteyan mehkûmî têkçûnê ne’
Rêxistinên DEM Partiyê yên Kartal û Esenyûrtê banga xwedîderketina li Rojava û Minbicê kirin û gotin: “Yên xwe dispêrin çeteyan, teqez wê li hemberî berxwedana demokratîk a gelan têk biçin.” -
Di sala 2024’an de 104 rojnameger hatin qetilkirin
Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) ragihand ku di sala 2024’an de 104 rojnamevan hatine qetilkirin. -
Gel li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadan e
Çalakiyên protestoyê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên SMO’yê, dewam dikin. -
Çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan: Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li Rojava nerazîbûn
Di çalakiya Hefteya Mafên Mirovan de êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî bal kişandin ser êrîşên dagirkerî û qirkirinê. -
Qurbaniyên komkujiya Gara Enqereyê hatin bîranîn
104 kesên ku di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bîranîn. Di bîranînê de îşaret bi êrîşên li ser Rojava hate kirin û hevkariya dewleta Tirk a bi çeteyan re hate şermezarkirin. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan. -
DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn 35 hezar TL be, 3 mehan carekê jî bê zêdekirin
Komîsyana Kedê ya DEM Partiyê got, “sînorê xizaniyê gihîştiye 72 hezar 156 lîreyî. Pêwîste mûçeyê kêmtirîn 35 hezar lîre be.” -
Li dijî dagirkeriya li ser Rojava, li 3 bajaran çalakî
Milîsên Eylem Ataş ên HBDH’ê li dijî dagirkeriya li ser Rojava li Stenbol, Kocaelî û Antalyayê 5 çalakî lidar xistin. -
ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çeteyên DAÎŞ'ê di bin navê SMO’yê de diçin Minbicê
Çeteyên DAÎŞ'ê yên ber bi Minbicê ve diçûn ji aliyê çapemeniya Tirk ve weke Artêşa Azad a Sûriyeyê (SMO) hatin nîşandan. -
'Divê bi Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bikevin nava diyalogê'
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari bal kişandin ser rewşa Sûriyeyê, bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan û gotin, "Em bang dikin ku bi Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bikevin nava diyalogê." -
DEM Partî: Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kaosê kûr dikin
DEM Partiyê diyar kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kaosê kûr dikin û destnîşan kir ku sivîl tên qetilkirin. DEM Partiyê got, “Em bang li desthilatdariyê dikin ku dawî li van polîtîkayan bîne.” -
Li Ispartayê helîkopter ket: 6 leşker mirin
Li Ispartayê helîkoptereke leşkerî kete xwarê. Di encamê de 6 leşker mirin ku yek jê tûggeneral bû. -
Parlamenterên Fransî: Rojava modelekê pêşkêş dike; divê were parastin
Parlamenterên Eniya Gel a Nû ya Fransayê têkildarî geşedanên li Sûriyeyê daxuyaniyek dan û ragihandin ku Rojava di vê pêvajoyê de modeleke nû pêşkêş dike û bang kirin ku divê ev pergal ji êrîşên Tirkiyeyê were parastin. -
KNK: Siyaseta Kurd divê berjewendiyên neteweyî di ser her tiştî re bibîne
KNK'ê diyar kir ku di vê dema dîrokî de divê siyaseta Kurd berjewendiyên neteweyî di ser her tiştî re bibîne û derdorên dîplomatîk ji bo parastina destketiyên li Rojava bixe nava liv û tevgerê. -
ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Esad û malbata wî li Moskowayê ye
Hate ragihandin ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esad yê jê hatiye xistin û malbata wî li Moskowayê ne.