ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Xelfetî û Pirsûsê civîna gel: Rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe
Meşvanên “Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” di civînên gel ên li Xelfetî û Pirsûsê de armanca meşê rave kirin û gotin, “Rêya aştiyê di Îmraliyê de derbas dibe. Nêzîkatiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkatiya li hemberî me ye.” -
Husnu Ondul jiyana xwe ji dest da
Serokê Giştî yê ÎHD’ê yê berê Husnu Ondul jiyana xwe ji dest da. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan. -
Aydin: Tekane çareserî naskirina mafên gelê Kurd e!
Dîrokzan Erdogan Aydin da zanîn ku polîtîkayên desthilatdariyê wê bi her awayî bi welat bide windakirin û got: ‘’Tekane çareserî naskirina mafên gelê Kurd e!’’ -
Li Stenbolê çalakiya sabotajê
Milîsen Alper Çalas ê HBDH'ê diyar kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Stenbolê çalakiya sabotajê kirin. -
Karayilan: Ya esasî divê berjewendiyên neteweyî bin, ne yên rêxistinî
Mûrat Karayilan di serî de PDK, YNK û PYD bang li hêzên Kurdistanî hemûyan kir ku di vê dema dîrokî de ji bo afirandina stratejiyeke hevpar bi berpirsyarî rabin û goti "Divê berjewendiyên neteweyî esas bêne girtin, ne yên rêxistinî." -
ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
11 kes ji ber bi Ahmet Ozer re bi telefonê axivîne hatin girtin
11 kesên ku bi hinceta bi telefonê bi Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ku peywira wî hat desteserkirin û dîl hatiye girtin re axivîne, hatin girtin. -
FEDA: Parastina Rojava wezîfeya Elewiyan e
FEDA’yê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û got, “Parastin Rojava ji her kesê bêhtir, divê wezîfeya me Elewiyan be. Saziyên Elewiyan û kombûna Kurdan a di têkoşîna hevpar de, pir girîng e.” -
Salvegera 46'emîn li Kasselê hate pîrozkirin
Salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê li bajarê Kassel ê Elmanyayê hate pîrozkirin. -
ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Serokê PÎK’ê: Metirsî wê bi sekna yekîtiya neteweyî ji holê rabe
Serokê Giştî yê PÎK’ê Hîkmet Serbilind diyar kir ku berjewendiyên gelê Kurd beriya her partî û îdeolojiyê ye û got: "Divê Kurd cudahiyên bîrdozî û mezhebî derbas bikin û yekîtiya neteweyî pêk bînin." -
Milîsên HBDH'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî kirin
Milîsên Nûbar Ozanyan ên HBDH'ê ragihandin ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava li Stenbol û Bûrsayê 2 çalakiyên sabotajê kirine. -
Tiryakî: Desthilatdarî siyaseta rehîne û şantajê dimeşîne
Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst siyaseta rehîne û şantajê dimeşîne û anî ziman ku her demê bi hincetên cuda qeyûm tayîn dike û bi hezaran girtiyan digire, ev yek jî çavkaniya xwe ji vê siyasetê digire. -
Partî û rêxistinên Kurdistanî bi rojeva parastina Rojava li hev civiyan
Nûnerên Partî û Rêxistinên Kurdistanî destnîşan kirin ku ji bo çarenûsa gelê Kurd û gelên herêmê divê ew berjewendiyên xwe yên şexsî bidin aliyekî, li paşeroja gelê xwe binihêrin û bi lez yekîtiya xwe ava bikin. -
Berdan Ozturk: Ya ku li Rojava tê parastin rûmeta me hemûyan e
Berdan Ozturk êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên i ser Rojava nirxand û got, "Ya ku li Rojava ê parastin rûmeta e hemûyan e. Bêyî yekîtiyê em ê nikaribin ê rûmetê biparêzin." -
ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bi dewleta Tirk re agirbest pêk nehat
Di navbera Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji ber helwesta dewleta Tirk agibest pêk nehat. -
Çalakiyên şermezarkirinê didomin: Parastina Rojava erka her kesî ye
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên SMO yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û banga parastina Rojava hate kirin. -
DEM Partî: Gel û bawerî li Sûriyeyê bi xetereya komkujiyê re rû bi rû ne
Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û got, “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo jiyana hevpar a aştiyane ya gelan, bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.” KOMÎSYONA GELAN Û BAWERI -
Rewşa girtiyên nexweş Kaytan û Okur giran e
ÎHD’ê diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş Mehmet Okur û Hayatî Denîz giran e û got, “Divê demildest bên berdan.” -
Rewşenbîr û nivîskar: Divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav bê avêtin
Rewşenbîr û nivîskaran ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd daxuyanî dan û gotin, “Em bang dikin ku gavên pêwîst, demildest bên avêtin.” -
Hevdîtin û tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
Zeyneb Celaliyan a li girtîgeha Îranê dîl tê ragirtin, hevdîtina wê ya li gel malbatê û tedawiya wê tê astengkirin. -
Nerazîbûna li dijî biryarên ‘derbasbûna demê’
Dayikên Şemiyê xwestin ku biryarên ‘derbasbûna demê’ yên têkildarî dosyayên Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, werin betalkirin.