ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Abdullah Ocalan divê azad bibe
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku divê Rêber Apo azad bibe û berxwedana Rojava silav kir. -
Di çalakiya li dijî komkujiyan de tecrîda Îmraliyê hat şermezarkirin
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê bi wesîleya salvegera Komkujiya Mereş, Roboskî û girtîgehan daxuyanî dan û tecrîda Îmraliyê şermezar kirin. -
Ji Kocaeliyê piştgirî dan ‘Bangawazên Aştiyê'
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Kocaeliyê piştgiriyê da ‘Bangawazên Aştiyê' û got, “Erka me ya sereke dijderketina li dijî her cure şer e.” -
Meşa Azadiyê: Abdullah Ocalan rêberê bi milyonan kesî û navnîşana çareseriyê ye
Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” gihişt Mêrsînê. Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz di meşê de axivî û wiha got, “Çareserî Birêz Ocalan e ku bi milyonan kes jê re dibêjin ‘Rêbera min.’” -
Milîsên HBDH’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî pêk anîn
Milîsên Emre Bora yên HBDH’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê li Kocaelî û Bûrsayê çalakî pêk anîn. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan. -
Meşa Azadiyê: Çareserî bi paradîgmaya Abdullah Ocalan dibe
Di axaftinên li Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk de işaret bi paradîgmaya Rêber Apo hate kirin û hate gotin, "Heta tecrîd neqede çareserî nabe. Divê Abdullah Ocalan azad bibe." -
Berdevka DEM Partiyê: Divê tecrîda tavilê bê rakirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan xwest, tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin. -
DEM Partiyê girtiyên li girtîgehan hatin qetilkirin bi bîr anî
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê bal kişand ser Komkujiya 19'ê Kanûnê û ragihand ku li girtîgehan êşkence û tecrîd dewam dike. -
HBDH'ê şoreşgerên di 19'ê Kanûnê de hatin qetilkirin bi bîr anî
HBDH'ê şoreşgerên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bîr anî û got: ‘’Girîngtirîn şertê hilweşandina faşîzmê nîşandana sekna bibiryar a weke şoreşgerên 19'ê Kanûnê ye.’’ -
'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' li Edeneyê ye
'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' ku ji Amedê destpê kir û berê xwe li Enqereyê ye, gihîşt Edeneyê. -
Wezîrê berê yê Îtalyayê: Rojava ji bo mirovahiyê mîrate ye, divê em rabin ser piyan!
Wezîrê berê Ferrero anî ziman ku projeya tinekirina Sûriyeyê di meriyetê de ye û got, "Ji bo paşeroja Sûriyeyê yekane modela ku divê esas bê girtin Rojava ye. Lê dixwazin wê jî tine bikin. Rojava ji bo mirovahiyê mîrateyek e, divê em wê biparêzin." -
Mûrad Mihçi: Xweparastin berpirsyariyeke kolektîf e
Mûrad Mihçi destnîşan kir ku feraseta xweparastinê ya Rêber Apo bandoreke gelekî hêja li hebûna Kurdan û gelên Rojhilata Navîn dike. -
ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Daraza Tirk endamên DAÎŞ’ê yê 45 kes qetil kirin serbest berdan
Daraza Tirk cezayê ku ji bo 6 endamên DAÎŞ’ê ku di sala 2016’an de li Balafirgeha Ataturkê 45 kesan qetil kirin, birîbû zêde dît û çete tehliye kirin. -
Cezayê girtîgehê ji bo rojnamevan Mûrat Verîm hat birîn
Piştî ku cezayê ji aliyê Dadgeha Cezayê Eslî ya Îpsalayê derbarê rojnamevanê dîlgirtî Mûrat Verîm de dayî hat teqezkirin HAGB hat rakirin û 1 sal 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. -
Cenazeyê Husnu Ondul hat veşartin
Cenazeyê Serokê Giştî yê berê yê İHD'ê Husnu Ondul, piştî merasîma li İMO'yê hat lidarxistin, li Goristana Karşiyakayê hat veşartin. -
Êrîşên qirkirina siyasî li Mêrsînê hatin protestokirin
Li Mêrsînê êrîşa qirkirinê ya li dijî siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate protestokirin. -
Li Meksîkayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin
Tora Piştevaniya bi Tevgera Jinan a Kurdistanê re ya li Meksîkayê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nerazîbûnên xwe nîşan da û peyama parastina Rojava da. -
Îsraîl: Tirkiye bombeyan li herêma xweser dibarîne, dijminatiyê li Kurdan dike
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê got, "Artêşa Tirk bi balafiran û ÎHA'yan binesaziya herêma xweser a bakurrojhilatê Sûriyeyê bombe dike. Tirkiye piştgiriyê dide hêzên cîhadîst ên li dijî Kurdên li Sûriyeyê kar dikin." -
DEM Partî: Ji ber êrîşên SMO’yê bi hezaran kesan koç kirin
DEM Partiyê bi wesîleya 18’ê Kanûnê Roja Koçberan daxuyanî da û diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji cihên xwe bûn. -
Li Hewlêrê MÎT, Parastin û ENKS li hev civiyan
MÎT, Parastin û ENKS'ê di 14'ê Kanûnê de li Hewlêrê civîneke hevpar lidar xistin. Di civînê de biryar hate dayin ku ENKS tevlî Tifaqa Kurd nebe. -
Dîlan Kunt Ayan: Derfeteke dîrokî li pêşiya gelên Tirkiyeyê heye
Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku çareseriyeke demokratîk îro ji bo ku desthilatdarî bibe dîrok derfeteke girîng e û ji bo siberoja gelên Tirkiyeyê jî derfeteke dîrokî ye. -
'Kurd divê çeperên xwe baş biparêzin'
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît anî ziman ku ev dem ji bo gelan dema diyarkirina çarenûsê ye û destnîşan kir ku Kurd divê çeperên xwe baş biparêzin û têkoşîneke hîn xurt bimeşînin.