ROJANE
Hemû Nûçe
-
Perwerdekar hatin binçavkirin, rojnamevan jî di tecrîdê de ne
Pêkanînên qirkirina siyasî ya rejîma AKP/Qesrê hem di hundir û hem jî di girtîgehê de didome. Li Îzmîrê 37 kedkarên perwerdehiyê hatin binçavkirin, li Stenbolê ji rojnamevanên girtî Ogreten û Kanaat di odeya yek kesî de tê ragirtin. -
Ferhat Kaya yê ku di şewata girtîgehê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
Ferhat Kaya yê ku di şewata li Qawîşa Zarokan a di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Edeneyê de birîndar bibû, piştî dermankirina 8 rojan a li nexweşxaneyê jiyanan xwe ji dest da. -
HDP: Wê pir nedome, hûn ê hesab bidin!
HDP’ê xwest ku dev ji binçavkirina wekîlan biqerin û got: ‘’Ti welat demeke dirêj nikare bi fermana were birêvebirin’’ -
Parlementerê Îdirê Adiyeman bi şertê kontrola edlî hate berdan
Parlementerê Îdir ê HDP'ê Mehemet Emîn Adiyeman, bi şertê kontrola edlî hate berdan. -
Dîlek Ocalan: Azadiya Rêberê Gelê Kurd nêz e
Serokê Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê Cemal Şamoyan diyar kir, Kurd ji ber destketiyên xwe yên heyî deyndarê têkoşîna 40 salan a Ocalan e. Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan jî got, "Roja azadiya Rêberê Gelê Kurd nêz e." -
Li girtîgehan çi dibe?
Hevserokê Şaxê Îzmîrê yê TAY-DER’ê Mûsa Karbadag, ku li Girtîgeha Şakranê girtî bû got, li Girtîgeha Şakranê bi navê 'Îsyana FETO' li ser girtiyên Kurd û şoreşger plana komkujiyê heye. -
Biryara li ser doza li dijî rojnamevan Demîr wê sibe bê eşkerekirin
Rûniştina doza li dijî rojnamevan Arzû Demîr, ku ji ber pirtûkên wê "Dagin Kadin Halî" û "Devrîmîn Rojava Halî" lê hat vekirin, wê sibe li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam bike. -
Kurdistanî wê li Îtalyayê ji bo azadiya Ocalan bimeşin
Kurdistanî û dostên wan ên li Îtalyayê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 11'ê Sibatê weke roja seferberiya meşa ji bo 'Azadî ji Ocalan re' îlan kirin. -
Parlamenterê HDP'yî Adiyaman hate binçavkirin
Parlamenterê HDP'yî yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman li Stenbolê hate binçavkirin. -
3 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedarê Kurd Ahmet Çelîk hat birîn
Li siyasetmedarê Kurd Ahmet Çelîk 3 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Çelîk ku sal û nîveke girtî ye, li gorî xala 129 b, bi 3 salan cezayê girtîgehê hat cezakirin. -
Dokûmantera Bakur li sînemayên Elmanyayê tê nîşandan
Dokûmantera Bakur a li ser gerîlayên PKK'ê, li sînemayên Elmanyayê tê nîşandan. Di dema nîşandana dokûmanterê de wê yek ji derhêneran Ertûgrûl Mavîoglû jî amade be. Dokûmanter wê ewilî li paytext Berlînê îro danê êvarê bê nîşandan. -
MPKE: Bila rojnamevanên girtî bên berdan
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) bal kişand ser girtina rojnamevanan li Tirkiyeyê û xwest, mirovên ji ber karê rojnamevaniyê hatine girtin bi lezgînî werin berdan. -
Bîlgen: Ji bo pêvajoyekî nû em ê bêjin 'NA'
Berdevkê HDP'ê Bîgen, têkildarî referandûmê serdana KESK'ê kir. Bîlgen diyar kir ku ji bo pêvajoyekî nû û wê kampanyayakî xurt a 'NA' bidin destpêkirin. -
Encamên civîna astanayê bi rûreşiyê bi dawî bû
Civîna dibin pêşengiya Rusya, Îran û Tirkiyê li Astanayê hatî lidarxistin îro êvarê bi encambû. Encamê civînê li gorî tê dîtin bi rûreşiyekê bi dawî bû. -
Altûn û Bal, di rûniştina de sîstema hevserokatiyê parastin
Hevserokên Şaredariya Dersimê Altûn û Bûl, di rûniştina 'Doza Hevserokatiyê' de parastin kir. -
Bûldan û Onder tevlî civîna Dîwana Serokatiya Meclîsê nabin
Cîgira Serokê Meclîsê Pervîn Bûldan û Berpirsê Kargeriya Meclîsê Sirri Sureyya Onder ji ber girtina Hevserok û Parlamenterên HDP'ê tevlî civîna Dîwana Serokatiya Meclîsê nabin. -
Ji bo şervana YPJ'ê Uzun mewlûd hat dayîn
Li Edeneyê ji bo şervana YPJ'ê Çagla Uzun (Amara Semsûr) ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hat dayîn. -
Demîrtaş: Heqaret li 6 mîlyon hilbijêrî tê kirin
Demîrtaş di rûniştina dozê de axivî û got, "Li vê derê, bi rengekî vekirî sûc li dijî min hatiye kirin. Ez dixwazim ev dozger bên lêkolînkirin." Demîrtaş diyar kir, biryara hatiye dayîn heqareta li 6 mîlyon hilbijêrî ye. -
HDK: Bi giyana seferberiyê em ê kampanyaya 'Na' bi rê ve bibin
Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) diyar kirin, ew ê bi giyana seferberiyê kampanyaya 'Na' bi rê ve bibin. -
Girtî ji bo şermezarkirina zextan tevlî hevdîtinan nabin
Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya T4 a Şakran a Îzmîrê, li dijî binpêkirina mafên mirovan û zextên di dema dawî de zêde bûne dest bi çalakiya 'tevlînebûna li hevdîtinan' kirin. -
'Bi êrîşa li dijî Paylan re mesaj dan gelan'
Saziyên Asûrî, Suryanî û Keldanî, êrîşên nîjadperestî yên li dijî wekîlê HDP'ê Garo Paylan şermezar kirin û gotin, bi vê êrîşê re mesaj dane gelan. -
Doza komkujiya Parîsê ket
Doza sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne, Fîdan, Leyla ku 9’ê Çile ya 2013’an li Parîsê hatibûn kuştin û dihate payin ku 23-24 Çile li Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê were dîtin, ket. -
Polîsan li ser giliyê Mîroglû yê AKP'yî avêtin ser mala Ferhat Tûnç û ew birin edliyeyê
Ji ber lêpirsîna li ser giliyê Orhan Mîroglû yê AKP'yî, polîsên Tirk avêtin ser mala hunermend Ferhat Tûnç û ew birin Dozgeriya Buyukçekmeceyê. -
Li Qahîreyê semînera li ser Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê
Ji bo danasîna danasîna Federasyona Bakurê Sûriyeyê, bi tevlîbûna nûnerên federasyonê û gelek akademîsyen, nivîskar û rojnamevan li Qahîreyê semînerek hate lidarxistin. -
Sariyildiz ê ku li MPKE'yê axivî: Em serî li ber şantajan natewînin
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê ku di rûniştina MPKE'yê de axivî: Li dijî sûcên tên kirin bêdengbûna saziyên navneteweyî KE, YE û NY'yê, tê wateya hevkariyê.