ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Antalya û Bêgirê 12 kes hatin girtin
Li Bêgirê 10 kesên ku di nav çarçoweya qirkirina siyasî de piştî ku hatibûn binçavkirin û serbest hatibûn berdan, 7 ji van, bi îtîraza dozger hatine girtin. Li Antalya jî bi sedema ku ‘’Serokkomarê Tirk kêm kirine’’ hatin girtin. -
Operasyonên qirkirina siyasî didomin
Rejîma AKP û Qesrê, operasyonên qirkirina siyasî yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê didomînin. Li Riha û Mersînê 3 kes hatin girtin, li Amed û Şirnexê jî 5 kes hatin binçavkirin. Li Hatayê jî bi dehan kes hatine binçavkirin -
PYD û Rûsya li ser çi axivîn?
Nûnerê PYD'ê yê li Fransayê Xalid Îsa, li ser hevdîtina xwe ya li Rûsyayê, ku ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ve hatibû vexwendin, agahî da ANF'ê. -
Meşên ji bo azadiya Ocalan ên li Elmanyayê sibe tên lidarxistin
NAV-DEM'ê ji bo meş û mîtîngên sibe yên li gelemperiya Elmanyayê bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
CDK-F: Em bi xurtî tevlî meşên ji bo azadiya Ocalan bibin
CDK-F, ji bo meşên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, banga tevlîbûnê kir. -
Dîlek Ocalan: Em nizanin bê li Îmraliyê çi diqewime; divê berxwedan bê geşkirin
Civînên ji bo Ocalan ên li Federasyona Rûsyayê dewam dikin. Wekîla HDP'ê Dîlek Ocalan li civîneke ku rayedarên Rûs jî lê amade bû axivî û got, "Fikarên me zêde dibin. Em nizanin bê li Îmraliyê çi diqewime. Divê berxwedan bê geşkirin." -
Civîna li Moskowayê ya bi 'mûxalîfan' re, qediya
Civîna li Moskowayê ya bi hêzên mûxalîf ên li Sûriyeyê re hate lidarxistin, qediya. -
Hin 'mûxalîfên' hatine vexwendin naçin Moskowayê
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, ku wê îro bi heyeta Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re rûnê, gelek komên 'mûxalîf' jî vexwend. Hat ragihandin, 'mûxalîfên' pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê wê neçin Moskowayê. -
Zexta li Elewî û Xiristiyanan bû rojeva Parlamenta Swêdê
Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Ander Osterberg, ku partiya wî şirîkê herî mezin ê hikûmeta Swêdê ye, di rûniştina duh a parlamentê de, êrîşên li Tirkiyeyê yên li dijî Elewî û Xiristiyanan xist rojevê. -
'Serketina Kobanê serketina bindestan e'
Devrîmcî Karargah: Bû nîşaneya wê yekê, ku divê têkoşîna azadiyê ya Kurd û têkoşîna şoreşê ya Tirkiyeyê bi hev re bimeşe, eger ev neyê kirin wê têkoşîn bi ser nekeve. -
Li DMME'yê, ji Tirkiyeyê 8 hezar û 308 dozên nû!
Serokê DMME'yê Raîmondî, diyar kir ku karnameya xirab a Tirkiyeyê di nava sala dawiyê de ji sedî 300 zêde bûye. -
Belgefilma 'Bakur' li Berlinê hat temaşe kirin
Belgefilma 'Bakur' li paytexta Elmanya Berlinê bi tevlibûna sedan kesî hat temaşekirin. -
Li Blafirgeha Marîgnan ji bo azadiya Ocalan çalakî
Kurdistaniyan, li Balafirgeha Marîgnanyê ji bo azadiya Ocalan çalakiyek hate lidarxistin. -
Serokê DMME'ê: Mafê Ocelan tê binpêkirin
Serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AİHM) Raimondi diyar kir ku tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan dijî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye. -
Heyeta Rojava li Moskowayê ye: Danûstandin bêyî me bi ser nakeve
Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê Fransayê Xalid Îsa, ku li ser vexwendina fermî ya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hat Moskowayê, beriya hevdîtinê ji ANF'ê re axivî. -
Yekitiya Nivîskarên Navnetewî serdana HDP'ê kir
Yekitiya Nivîskarên Navneteweyî (PEN International) serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. -
Rûsyayê PYD vexwend Moskowayê
Rûsyayê heyetek ji PYD'ê vexwend Moskowayê. Li ser navê Rêveberiya Xweser jî wê Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim tevlî hevdîtinê bibe. -
DYA'yê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Tirkiyeyê
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ji welatiyên xwe xwesti neçin Tirkiyeyê û bajarên Kurdan. -
TKEP/L: Li Kobanê mirin, tarîtî û paşverûtiyê winda kir
TKEP/L bi daxuyaniyekê salvegera serketina berxwedana Kobanê pîroz kir û diyar kir ku Kobanê wateya rastiya şerê enternasyonalîzmê ji nû ve ava kir û li Kobanê mirin, tarîtî û paşverûtiyê winda kir. -
6 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Arzû Demîr birîn
Dadgeriya Tirk 6 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Arzû Demîr birî. -
Li MPKE panela 'demokrasî tê xurtkirin, ya jî dîktatorek tê afirandin'
Li MPKE, bi beşdariya hiqûqnasan li ser rêveçûna Tirkiyeyê panelek bi mijara "Dîktatorek tê afirandin, ya jî demokrasî tê xurtkirin" hate lidarxistin. -
Şaredara Zurîchê ji Kişanak re got: Em bi we û têkoşîna we re ne
Şaredara Zurîchê nameyek ji Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak re nivîsî û got, "Di têkoşîna azadî û demokrasiyê de em bi we re ne." -
Endamê PM yê HDP'ê Kaya hate girtin
Endamê PM ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Kaya bi îdîaya "Li ser navê rêxisitinê kar kirin" û "Endamê rêxistinê" hate girtin. -
HDK: Gotina me ya dawî; NA'ye!
HDK'ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî referandûnê de wiha got: "Ji bo bi dawî kirina şer, xwîn û rondikên çavan ku li ser Tirkiye û gelan dide ferzkirin, mumkîne ku ji Qeserê û rejîma wê re bêjin 'NA'. -
Rûniştina 'Doza Giştî ya KCK' hate taloqkirin
Di rûniştina 'Doza Giştî ya KCK' ku li Amedê hate dîtin de, siyasetemdaran parastina xwe kirin. Rûniştina dozê taloqî meha Nîsanê hate kirin.