ROJANE
Hemû Nûçe
-
Meşa Dirêj a ji bo Ocalan dest pê kir
Li Parîsê, Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. -
Hiqûqnas: Di rewşeke wiha de ku HDP’yî têne girtin, referandûm ne rewa ye!
Hiqûqnasan li dijî girtina wekîlên HDP’ê helwest nîşan dan û gotin, referandûmeke wiha ku rikber têne bêdeng kirin ne rewa ye. -
Operasyona rizgarkirina bakurê Telaferê dest pê kir
Heşdî el Şeebî di malpera xwe ya fermî de ragihand, ku wan dest bi operasyona rizgarkirina gundewarên li bakurê navçeya Telaferê kirine. -
Dadgeriya Tirk biryara girtina Ocalan û Ayhan da
Dadgeriya dewleta Tirk biryar da, parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Îbrahîm Ayhan û Dîlek Ocalan bên girtin. -
Di îstîsmara zayendî de hetiketiya ‘berdana bir şert’
Li Wanê hetiketiya têkildarî êşkence û îstîsmara li ser pitika 38 rojî derkete holê. Derkete holê ku yek ji sûcdaran dayik P.T ku ji ber bikaranîna tiryakê di girtîgehê de bû bi şert hate berdan. -
Ji bo azadiya Ocalan ciwan li Elmanyayê daketin qadan
Kampanya 'Azad bike' ya ji aliyê Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad ve hat destpêkirin, bi şiyara "Serok Apo azad bike, Kurdistanê azad bike û jiyanê azad bike" berfireh dibe. -
Medya Swêdê: Pêla girtinê ya AKP'ê herî zêde zerarê dide jinan
Yek ji mezintirîn rojnameyên Swêdê Dages Nyheter, di hejmara xwe ya duh de girtin û operasyonên qirkirinê yên li dijî HDP'ê kir mijara xwe. -
Roja destpêkirina hevdîtinên Cenevreyê eşkere bû
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Mîstûra diyar kir, hevdîtinên Cenevreyê heta 20'ê Sibatê hatiye taloqkirin. -
KBC ji bo Mehmûd Onder peyama sersaxiyê weşand
KBC, ji ber wefata kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder peyamek weşand û got, "Bi taybetî, piştî vebûna MED TV me bi aslan, bi wê Kurdiya wî ya bedew li nûçeyan temaşe kir." -
Îdanameya di derbarê Yuksekdag de hate amadekirin hate qebûlkirin
Îdanameya ku ji aliyê Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê Kûrtça Eker ku têkildarî Hevserok Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê amade kiribû, ji aliyê dadgeha Ceza ya Giran ve hate qebûlkirin. -
NAV-DEM: Serê malbatê, heval wî û çapemeniya azad sax be
NAV-DEM’ê bi peyamekê sersaxî ji malbata kedkarê çapemeniya azad Mehmûd Onder re xwest û got: “Ne êrîş û ne jî siyaseta kirêt a dewleta Tirk, din ava 45 salan de nikarîbû wî teslîm bigire û ji berxwedanê dûr bixîne.” -
Operasyonên qirkirina siyasî: Li Manîsayê 9 kes hatin girtin
Li Manîsayê ji 10 kesên ku operasyona qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin 9 jê hatin girtin. 5 ji endamên perwedehiyê yên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin jî piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê û şûn de hatin berdan. -
Li Bûrsayê HDP û ESP'lî ne hatin berdan
Doz rûniştina Endama Meclîsa Partiya HDP'ê Nadiye Gurbuz jî di nav de 5 kesên ku dihatin darizandin îro pêk hat. Di rûniştina dozê de biryara berdanê nehat dayîn. -
Rêveberiya Stêrk TV: Onder şopdarê heqîqetê bû
Rêveberiya Stêrk TV diyar kir ku Mamosta Mehmûd Onder ê xebatkarê televîzyona wan li ser şopa heqîqetê tim meşiya û di 20 salên xebatên televîzyonî de piraniya wextê xwe da xizmeta gelê kurd. -
Li Elmanya ‘Platforma Na’ hate avakirin
Li Kolnê ji bo ‘Kampanyaya Na’ platform hate danîn. -
NAV-YEK: Serê gelê Kurd û hevalê wî sax be!
NAV-YEK’ê, bi peyamekê di serî de sersaxî ji malbat Onder, heval û gelê Kurd re xwest. -
YRD Ewropa: Em mamoste Mehmûd Onder ji bîr nakin
YRD Ewropa, ji bo Mehmûd Onder ê ku îro di saetên sibehê de li paytexta Danîmarka Kophenagê jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand. -
YRD'ê ji bo Mehmûd Onder peyama sersaxiyê weşand
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), ji bo Mahmûd Onder ê li bajarê Kopenhagen ê Danîmarkayê çû ser dilovaniya xwe, mesajek sersaxiyê weşand. -
Amûrên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatin desteserkirin
Hemû amûrên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ku bi biryarnameya hikûmeta AKP'ê hatiye girtin, hatin desteserkirin. -
HDK-Fransa ji bo 'Meşa Dirêj' banga tevlîbûnê kir
HDK-Fransayê, ji bo 'Meşa Dirêj' a li Parîsê banga tevlîbûnê kir. -
Parêzerên bal kişandin ser binpêkirina mafan a li Cizîrê ketin ber lêpirsînê
18 ji parêzerên ku bi daxuyaniyeke çapemeniyê bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan, ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di nava 12 rojên qedexeya derketina derve de hatin kirin, ketin ber lêpirsînê. -
Du akademîsyenên din teslîm nebûn, lê îstifa kirin
Akademîsyen Esra Arsan û Mîne Gencel Bek, bi îstifayê bersiv dan politîkayên AKP'ê yên ji bo teslîmgirtina akademîsyenan. -
NAV-DEM: Em bi girseyî tevlî meşên sê rojan bibin
NAV-DEM'ê ji bo meşên 1, 2, 3'ê Sibatê yên bi şiyara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniyê de li ser van çalakiyan agahî hatin dayîn. -
2016’an bi kêmanî 1970 karker mirin
Meclîsa Tenduristiya Kar û Ewlekariya Kar (ÎSÎG) diyar kir ku 2016’an 1970 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî jî sala 2016’an bû ew sal ku li Tirkiyê karker herî pir mirine. -
Malbatên Şehîdan ên li Freîbûrg û Lahrê hatin gel hev
Malbatên şehîdan ên li bajarên Freîbûrg û Lahr ên Elmanyayê dijîn, li hev civiyan û merasîmeke bîranînê lidar xistin.