ROJANE
Koma Aştî û Civaka Demokratîk salek berê bi merasîmekê çek şewitand. Tevî salek derbas bû jî, dewleta Tirk biryara "Mafê Hêviyê" ya DMME’yê bi cih neanÎ, "Qanûna Çarçoveyê” pêşkêşî meclisê nekir û şert û mercên xebat û jiyanê yên Rêber Apo baştir nekir.
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna dawî ya li Mûşê de axivî û bertek nîşanî nehiştina hevdîtinan a 40 rojan a li Îmraliyê da û got: “Parlamento ji bo qanûnên çarçoveyê li benda çi disekine?”
ÎHD'ê "Rapora Şopandina Pêvajoya Aştiyê-PKK" weşand û diyar kir ku biawîkirina şer ji bo aştiyê gaveke girîng e, lê belê ji bo pêkhatina aştiya mayinde pêwîstî bi reformên berfireh heye.
Serokê baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku ji bo mayindebûna pêvajoya aştiyê divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin û got, "Nabe ku ev pêvajo ji hesabên siyasî re bê fedakirin. Ji bo mayindebûna aştiyê divê gavên hiqûqî tavilê bêne avêtin.
Fîlozofê Emerîkî Michael Hardt nameyek ji Rêber Apo re şand, bal kişand ser şer û êrişkariya emperyalîst û got, "Ji bo li gorî mercên vê demê be divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin."
Hemû Nûçe
-
Em dev ji vê qetilkirinê bernadin!
Li Enqerê tevî astengiyên polîsan jî Hrant Dînk hate bibîranîn. Sancar di aktivîteyê de axivî û got: Em dev ji vê qetlîamê bernadin. Ji bo hesabê hemû qetilkirin û qirkirinan, em ê têkoşînê bidomînin."
-
-
Rakel Dînk: Werin em kevokan bifirînin
Dînk: Werin, em kevokan bifirîn in. Weke Çûtagmin gotî: Werin beriya her tiştî hevdû fêm bikin, werin em rêz ji êşên hev re bigirin, werin em hev bidin jiyîn.
-
KCD: Em banga 'NA' dikin
Kongreya Civaka Demokratk (KCD), li dijî guhertina Destûra Bingehîn banga bikaranîna dengê "Na" li her kesî kir.
-
-
-
37 kes hatin binçavkirin, 6 kes hatin girtin
Operasyonên li Hatayê yên li dijî partiyên siyasî, komele û sendîkayan, îro jî dewam kirin. Hejmara mirovên hatin binçavkirin gihîşt 37 kesî. 6 ji xwendekarên ji aliyê rektoriyê ve radestî polîsan hatin kirin, hatin girtin.
-
NAV-DEM'ê ji bo meş û mîtîngan banga tevlîbûnê kir
NAV-DEM'ê li dijî faşîzma AKP'ê, bi şiyara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" banga mezinkirina berxwedanê kir. Di daxuyaniyê de bang li Kurdistanî û dostên wan hat kirin, ku tevlî meş û mîtîngên di vê çarçoveyê de bên lidarxistin, bibin.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Li Qahîreyê semînerên li ser Federasyona Bakurê Sûriyeyê
Bi beşdariya endama Desteya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Elîzabeth Gevriye li paytexta Misrê Qahîreyê semîner hatin lidarxistin. Di van semîneran de federasyona demokratîk ku garantiya jiyana azad û hevpar a gelan e, hat nasandin.
-
Li Tirkiyeyê çapemenî bûye amûreke dewletê
Akademîsyen Mehmet Raûf Kesîcî, sekna çapemeniyê ya li dijî akademîsyenên aştiyê dixwazin rexne kir û got, çapemenî di nava sînorên dewletê de maye û mîna amûrekê tê bikaranîn.
-
-
Li Riha û Bûrsayê 26 kes hatin girtin
Li Rihayê 18 kesên hatibûn binçavkirin, bi hinceta parvekirinên tora civakî hatin girtin. Li Bûrsayê, ji 14 kesên 13'ê Çileyê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin.
-
-
-
Sancar bang li AKP'ê kir: Ev pergala yekperstiyê ye!
Parlementerê HDP'ê Sancar, bal kişans ser gotûbêjên referandûmê û got: "Wê pêşbaziyekî ne wekhev, adil û azad nebe. Di nava mercên asayî de pêk bînin, hilbijartinek baş be. Lê AKP'ê heta roja îro pişta xwe daye tiştên heram.
-
-