ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rojeva Rojê
08'ê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Kanalîzasyona ku şaredariya AKP’yî çêkiribû hilweşiya
Sîstema kanalîzasyonê ya ku 3 meh berê ji aliyê Şaredariya Tûşba ya AKP’yî ve hatî çêkirin hilweşiya û ava qirêj li taxê belav bû. -
Komploya 9’ê Cotmehê li Sydneyê hate protestokirin
Li Sydneyê Kurdistaniyan bi mîtîngekê Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin. -
Polîsan avêtin ser avahiya DBP’ê ya Amedê
Polîsan avêtin ser avahiya DBP’ê ya bajêr a Amedê. Polîs li avahiyê poster û pankartan berhev dike. -
DGH-DGKH encama çalakiyên xwe eşkere kir
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) di salvegera sêyemîn a serhildana 6,7,8 Cotmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Kurdan û dostên wan ên Îtalyanî, komplo şermezar kirin
Ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê, li bajarê Mîlano yê Îtalyayê meş û mîtîngek hate lidarxistin. Berdevkê HDK'ê Demîr Çelîk, Nûnera PYD'ê Sînem Mûhammed û endamê meclîsa şaredariya Mîlanoyê Paolo Lîmonta li çalakiyê axivîn. -
Li Yewnanîstanê meşa ji bo azadiya Ocalan didome
Ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê û azadiya Ocalan meşa ku li Lavrîonê dest pê kirî kete roja 2’yan. -
Gerîlayê HPG'ê Îbrahîm Kanat li Osloyê hate bibîranîn
Gerîlayê HPG'ê Îbrahîm Kanat, li paytexta Norwêc Osloyê bi civînekê hate bibîranîn. -
Li Moskowayê civîna Yekîtiya Êzidiyan
Komîteya amadekar a Kongreya Êzidiyan a cîhanê, li gel nûnerên sazî û civaka Êzidiyan li Moskowayê li hev civiya. -
KCD'ê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi wesîleya salvegera 19'an a komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand û komplo şermezar kir. -
Komploya 9'ê Cotmehê li Zurîchê hate şermezarkirin
Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1998'an de pêk hat, li bajarê Zurîch ê Swîsreyê bi meşeke bi meşaleyan hate şermezarkirin. -
Li Înnsbrûck û Rennesê çalakiyên ji bo Ocalan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê û li bajarê Rennes ê Fransayê çalakî hatin lidarxistin. -
Rojeva Rojê
7'ê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Bi hezaran kes bi daxwaza azadiya Ocalan meşiyan
Di 19’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hêzên komploger; bi xwepêşandanên li Elmanya, Fransa, Avûtûrya, Danîmarka û gelek welatan hatin protestokirin. -
Li Deryaya Baltik û Stockholmê çalakiya ji Ocalan re azadî
Di salvegar Komploya navneteweyî de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Deryaya Baltik û Stockholmê çalakî hatin lidarxistin. -
Bi ser qawîşa girtiyan ên ku girêvê de bûn, girtin
Li Bandirmayê qerdiyanan bi ser qawîşa girtiyan de girtin, ku ev13 roj bûn girtî ketibûne girêva birçîbûnê. -
Dayikên Şemiyê aqûbeta Kerevan Îrmez pirsîn
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Kerevan Îrmez pirsîn ê ku li Silopiyê hatibû binçavkirin û piştre hatibû windakirin. -
Li Yewnanîstanê ji bo azadiya Ocalan meş dest pê kir
Kurdistanî ji bo protestokirina Komploya 9’ê Cotmehê û azadiya Ocalan ji Lavrîon heta Atînayê dest bi meşê kirin. -
Çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Îdlîbê dest bi dagirkeriyê kirin
Artêşa Tirk û çeteyên wê îro li dijî Îdlîbê dest bi operasyona dagirkeriyê kirin. -
Li Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê koma AKP’ê hate avakirin
AKP ya ku li welatên Ewrûpayê partî ava kiriye û dixwaze mudaxeleyî hilbijartinan bike, li Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê komek ava kir. -
Erdogan li SÎHA’yan û li komkujiyên wan xwedî derket
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, li dijî helwestên ku dijî amûrê bi çek ên hewayî yên bê mirov (SÎHA) hatin nîşandan li SÎHA’yan xwedî derket û got heta dawiyê wê werin bikaranîn. -
Ji bo Feleknas Ûca ji Serokê Parlementoya Ewrûpayê re name
Sosyalîstên Parlementoya Ewrûpayê û Alîkarê Serokê Grûba Demokratan Josef Weîndenholzer ji bo Parlamentera Amedê ya HDP’yî Feleknas Ûca nameyek ji Serokê Parlementoya Ewrûpayê re şand. -
Ji ber heqareta li Erdogan ceza li zarokê 13 salî birrîn
Li Stenbolê bi hinceta ku heqaret li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kiriye, salek û 9 meh ceza dan zarokekî 13 salî. -
Bexdayê ji Tirkiye û Îranê xwest ku sînoran bigire
Rêveberiya Bexdayê piştî referandûma Başûrê Kurdistanê ji Tirkiye û Îranê xwest ku bila sînorên xwe bigirin. -
Hêzên rejîma Sûriyeyê ketin Mayadinê
Hêzên rejîma Sûriyeyê, derbasî Mayadinê bûn a ku li Sûriyeyê wekî keleha dawî ya çeteyên DAIŞ’ê tê dîtin.