Bi ser qawîşa girtiyan ên ku girêvê de bûn, girtin

Li Bandirmayê qerdiyanan bi ser qawîşa girtiyan de girtin, ku ev13 roj bûn girtî ketibûne girêva birçîbûnê.

Qerdiyanên Girtîgeha Hêjmara 1 a Tîpa T a Bandirmayê 3’yê Cotmehê bi ser qawîşa girtiyan de girtin,ku ev 13 roj bûn girtî di greva birçîbûnê de bûn.

Diyar bû ku li Girtîgeha Hêjmara 1 a Tîpa T a Bandirmaya Balikesîrê qerdiyanan di 3’yê Cotmehê de bi ser qawîşên girtiyan de girtin.  Girtiyan bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe û diyar kirin ku koma ji 20-30 qerdiyanan pêk dihat, bi ser qawîşên wan de girtine û bi hinceta lêgerînê hemû amûrên wan belav kirin.     

DI GIRÊVA BIRÇÎBÛNE DE BÛN

Girtiyan gotin ji ber îşkenceyên li girtîgê, 13 roj in hevalên wan Yoldaş Bîngol, Muharrem Çay û girtiyê paşnavê wî nehat zanîn Azîz ku di greva birçîbûnê de bûn, qerdiyanan bi ser qawîşa wan de girt. Girtiyan gotin, Muharrem Çay ê di greva birçîbûnê de saet 06.00’ê sibehê ji bo beşdarî doza xwe bibe birin edliyê û heya êvarî ava bi leymîn û şeker nedanê, dest danîn ser şekirê li ber çaya wî. Diyar kirin kincên Çay ê ku êvarî anîn qawişê  qetiya bûn.

KARAVAN JI ŞIKANDIN, PIRTÛK QEDEXE KIRIN

Girtiyan, aşkera kir ku piştî serdegirtina qerdiyanan 12 saet şûn de, dîsa qerdiyanan bi ser hucreyan de girtin, ew ji hucran derxistin û karavanên xwarinê yên girtiyan şikandin. 

Li girtiyan cezayê hevdîtina vekirî ya girtî hatiye birin û tenê dikarin bi rêya telefonê bi malbatên xwe re biaxivin.

Di heman demê de xwendina pirtûkan sînordar kirine û girtî di hefteyekê de tenê dikarin pirtûkekê bixwîn in. Têkildarî mijarê em li rayedarên girtîgehê geriyan bi hinceta “rayedar tine ne, di nava hefteyê de bigerin” telefon girtin.