KCD'ê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi wesîleya salvegera 19'an a komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand û komplo şermezar kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi wesîleya salvegera 19'an a komploya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand û komplo şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji bo gelên Kurd û Tirk li hemberî hev şer bikin, ji bo daxwazên gelan ên azadî û demokrasiyê werin tasfiyekirin, Rojhilata Navîn ji nû ve li gorî vê yekê bê sererastkirin, di 9'ê Cotmeha 1998'an de komployeke berfireh hatiye kirin.
KCD'ê diyar kir, ku yek ji armancên vê komployê, tinekirina hêviya azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bû û hat gotin, "Bi pêşdîtin, hestyarî û berxwedêriya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan, pêşî li planên qirêj ên hêzên navneteweyî û herêmî hate girtin."
KCD'ê hişyarî da û ragihandin, ku di sala 19'an de tê xwestin, ev komplo li gorî şert û mercên roja me ji nû ve bixin meriyetê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan tê meşandin, kûrkirin û berfirehkirina operasyonên leşkerî yên Bakur tên meşandin, hewldanên têkbirina siyaseta demokratîk a kurd, zext, zordarî, binçavkirin û girtina parlementeran, hevşaredaran, siyasetmedaran, rêxistinên sivîl ên civakî, çapemenî û hemû hêzên demokratîk ên civakî, şandina qeyûmên li ser şaredariyên destkeftî û nirxên gel, bi destê DAIŞ’ê êrîşkirina ser şoreşa Rojava, zext û zordariya dewletên dagirker ên herêmî yên li hemberî vîna xurt a gelê Başûr di referandûma serxwebûnê derketiye holê, êrîşên li Rojhilat û hwd. weke mînakên vê rastiyê nîşan da.
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd û hat ragihandin, ku di encama vê têkoşînê de di serî de li Rojava, gelek destketî li hemû parçeyên Kurdistanê derketine holê.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Di çarçoveya van nirxandinan de em careke din komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê lanet dikin. Em banga hestyariyê li hemû gelê xwe, hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn û civaka navneteweyî dikin û banga piştevanî û mezinkirina têkoşîna demokrasiyê li her kesî dikin."