ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ava vexwarinê nadin girtiyan
Girtiyên di Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê de diyar kirin ku ev 4 roj in ava vexwarinê nadin wan. -
NAV-DEM: Em berxwedana dîrokî ya li Dusseldorfê silav dikin
NAV-DEM’ê êrîşa li ser meşa Dusseldorfê şermezar kir û berxwedana Kurd û dostên wan silav kir. -
Li Sydney, Marsîlya û Toûloûsê çalakiyên ji bo Ocalan
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, li bajarên Marsîlya û Toûloûse yên Fransayê, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. -
Ebadî û Cûbûrî li ser Başûrê Kurdistanê li hev rûniştin
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî û Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cûbûrî, ji bo nirxandina têkiliyên bi rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê re duh li hev rûniştin. -
Li girtiyên jin ên silav dan hev cezayê hucreyê hate birîn
Zeynep Avci ya li Girtîgeha Jinan a Girtî a Sîncanê girtî ye, bi nameyekê bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan. Avci got, ew ê li dijî ferzkirina kincê ji yek tîpî ku plana wê tê kirin, li ber xwe bidin. -
'Em ê li ber mejiyê qedexekar serî netewînin'
Komîteya Amadekar a meşa "Rê ji faşîzmê re nîne! Azadî ji Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî re" helwesta polîsê Elman şermezar kir û got, "Em ê li ber zîhniyeta qedexekar a Elmanya serî netewînin. Têkoşîna me wê bidome." -
Kurdistanî li Montpellîer û Bordeaûxê ji bo Ocalan daketin qadan
Li bajarên Montpellîer û Bordeaûx ên Fransayê, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. -
Hunermendên Kurd: Azadiya Rêberê me azadiya me ye
Hunermendên TEV-ÇAND a Parîsê Sara, Suleyman Çarnewa, Farqîn, Hozan Marûf û Şefîk serdana çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a li Strasboûrgê kirin û piştgirî dan çalakgeran. -
Rojeva Rojê
4'ê Mijdar 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş.. -
Li Dusseldorfê berxweda bi ser ket: Posterên Ocalan li ba bûn
Polîsan êrîş bire ser meş û mîtînga ku bi tevlîbûna bi hezaran kesî li bajarê Dusseldorf ê Elmanya bi dirûşam “Em rê nadin faşîzmê! Ji Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî re azadî” ku dihat xwestin pêk were. -
Li Brîghtonê ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakî
Li bajarê Brîghton ê Îngilîstanê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin. -
Pirtûkxaneya Ocalan, li Stocholmê bi girseyî hate pêşwazîkirin
Tûra Pirtûkxaneya Ocalan a bi armanca balavkirin û nasandina raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 9’ê Cotmehê ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê kete ser rê, dewam dike. -
Gelê Kurd li Stenbolê ji bo Ocalan li ser pêyane
Çalakiyên ji bo ku parêzer û malbata Ocalan biçin hevdîtina wî li Ewropayê bênavber didome. Li gelek navçeyên Stenbolê jî grevên birçîbûnê yê bi dem û bi dorveger hate destpêkirin. -
Bayik: Têkoşîna Rêber Apo êdî encamê dide
Bayik peyameke bi dîmen şand meşa li Dusseldorfa Elmanyayê û got: “Têkoşîna Rêber Apo êdî encamê dide. Ne bi tenê ji bo Kurdan, ev têkoşîn ji bo hemû gelan êdî encamê dide.” -
Di dema êrîşa Dusseldorfê de wezîrên Elman û Tirk hatin ba hev
Li Dusseldorfê dema ku polîsên Elman êrîşî Kurd û dostên wan dikir, derket holê ku wezîrên karê derve yê Elmanya û Tirkiyeyê li Antalyayê di hevdîtinê de bûn. -
Ji bo Îsa yê PKK’yî konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Beşîr Sebrî Îsa (Hogir Baran) ê PKK’yî li nûnertiya HDP’ê ya Kanaryayê konê sersaxiyê hate vedan. -
HDP têkildarî derbeya ‘4’ê Mijdarê’ daxuyanî da
HDP’ê derbeya 4’ê Mijdarê şermezar kir û got “Li dijî kesên ku dixwazin gelan têxin bi hukmê kesekî, wekî duh em ê îro jî helwesta xwe nîşan bidin.” -
Li Dusseldorfê polîsên Elman êrîş kirin, Kurdan li ber xwe da!
Polîsan êrîşî meşa li Dusseldorfê kirin. Hat ragihandin ku birîndar hene. Li dijî êrîşan Kurdan li ber xwe da. Komîteya Rêxistinê piştî berxwedana 5 saetan û şûnde daxuyaniyek da û got: “Çalakiya me gihişte armanca xwe", çalakî bi dawî kirin. -
Dayikên Şemiyê: Ev 22 sal in edalet winda ye!
Dayikên Şemiyê gotin ku ‘Ev 22 sal in edalet winda ye’ û xwestin ku berpirsên doza Kerboranê ya JÎTEM’ê werin cezakirin. -
Li Dusseldorfê gel qedexe nas nekir: Bi hezaran wêneyên Ocalan hatin hildan
Bi hezaran kes li bajarê Elmanya Dusseldorfê bi dirûşmeya ‘Em rê nadin faşîzmê! Azadi ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyên polîtîk’ û bi posterên Abdullah Ocalan û PKK’ê dest bi meşê kirin. -
Bi hezaran kes li dijî faşîzmê li Dusseldorfê kom dibin
Li Dusseldorfê bi hezaran kes bi slogana “Em rê nadin faşîzmê! Azadi ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyên polîtîk” tên ba hev. -
ÎRA: Zindan tijî bibin jî çapemeniye azad li ber xwe dide!
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora meha cotmehê ya der barê binpêkirina mafên rojnamegeran de aşkere kir. -
Êlih, Sêrt û Îzmîr ji bo Ocalan di greva birçîbûnê de ye
Li Êlih, Sêrt û Îzmîrê greva birçîbûnê ya dayîkan a ji bo Ocalan didome. Li Îzmîrê greva birçîbûnê ya di roja 9’emîn de komeke nû wergirt. -
8 leşkerên Îranê hatin kuştin
Hat ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê li herêma Ûrmiyeyê şer çêbû û di vî şerî de 8 leşkerên Îranê hatin kuştin. -
Testa biratiyê’ li birayê Lezgîn Botan
Ji birayê Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Lezgîn Botan, ku bang lê kiribûn ku were emniyetê pirsîn, ‘’Şahidê veşarî dibêje tu birayê Lezgîn Botan î, ev rast e?’’