ROJANE
Hemû Nûçe
-
Otobusa 'Azadî ji Ocalan re' li Berlînê ye
Otobusa "Pirtûkxaneya Ocalan" ku ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî roja 9'ê Cotmehê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi rê ket, gihîşt paytexta Elmanya Berlînê. -
Başaran 'kuştina bi wesayitên zirxî' xist rojeva Meclîsê
Parlamentera HDP'yî Ayşe Acar Başaran 'qezayên bi wesayitên zirxî' xist rojeva Meclîsê û li ser mijarê pirs li Serokwezîr kir. -
Yuksekdagê tevlêbûna bi rêya SEGBÎS’ê ya li rûniştinê red kir
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di doza wê ya li Wanê de tevlêbûna bi rêya SEGBÎS’ê red kir. Biryar hate dayîn ku dosyeya vê dozê bi dosyeyeke li Enqereyê bibe yek. -
NAV-DEM'ê li ser 'Meşa Dusseldorfê' daxuyanî da
NAV-DEM'ê nerazîbûn nîşanî wan kesan da ku ji ber bûyerên li meşa Dusseldorfê Kurdan sûcdar dikin û destnîşan kir, bûyer ji ber qedexeyan rû dan. -
Polîsên Swêdê avêtin ser studyoyên Aryen TV
Polîsên Swêdê avêtin ser studyoyên Aryen TV ku ji bo Rojhilatê Kurdistanê weşanê dike. Hat ragihandin, lêgerîna li nava avahiya qenala televîzyonê dewam dike. -
Tecrîda li ser Ocalan li Krasnodarê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li Krasnodarê dijîn ji bo balê bikişînin ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek li dar xistin. -
Gabar mîna biharê rengûreng bû
Kekê Recep Karataş (Roj Gabar) ê li Dersimê şehîd bû Bûrhanettîn Karataş got, "Birayê min mîna biryarê bû, rengûreng bû." -
KCDK-E: Heta ku em encamê bigirin, em ê li Strasboûrgê bin
Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E ragihand, çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, heta ku encamê bigire wê dewam bike. -
Rojeva Rojê
6'ê Mijdar 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş...... -
Êrîşî berxwedana li Yukselê hate kirin
Ji bo destekkirina Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ên di roja 243’an a greva birçîbûnê de ne, polîsan êrîşî koma ku dixwestin li ser Rêya Yukselê daxuyanî bidin kirin, 4 kes binçav kirin. -
Kerestecîoglû: Ewlehiya hilbijartinê tune
Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, hesabên kurên Bînalî Yildirim yên off-shore bi bir xîst û wiha got; “Tişa herî giring ewlehiya hilbijartinê ye. Di Rewşa Awarte qalkirina hilbijartinê, tiştekî gelekî beredayî ye.” -
Navê Erdogan jî ket dosyeya Riza Sarraf
Navê Erdogan jî ket dosyeya doza Riza Sarraf a li DYA’yê. -
Cenazeyê Mehmet Aksoy wê li Londrayê were veşartin
Cenazeyê Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) yê YPG’yî yê ku li Reqayê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbû, wê di 10’ê Mijdarê de roja Înê bi merasîmekê li goristana ku Karl Marx lê ye were veşartin. -
Em bi 1000 malbatên Şirnexî re bibin malbatên xwişk û bira
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo 1000 malbatên Şirnexî yên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye kampanyaya malbatên xwişk û bira dane destpêkirin. -
Tecrîda li ser Ocalan li Platînovkayê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li navçeya Platînovka ya Krasnodarê dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Wekîlên HDP'yî yên girtî ji bo Ocalan bang kirin
Hevserokên HDP'ê û wekîlên wê yên girtî bang kirin ku heyetek biçe Îmraliyê û saziyên navneteweyî jî xwestin, ku li pêşberî tecrîdê bêdeng nemînin. -
Li Kurkçulerê ji bo 5 rojan greva birçîbûnê dest pê kir
Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kurkçulerê ne, ji bo 5 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Hunermendên Kurd ji bo Rêberê xwe li Strasboûrgê ne
Hunermendê Kurd gotin, "Em huner û hişmendiya xwe deyndarê Serok Apo ne. Me xwe di nava felsefe û pratîka wî de dîtin." -
Elmanya-Tirkiye û Kurd -GOTAR
Kurd ji bo ewlehiya Ocalan daketine kolanan û çalakiyan dikin. Elmanya jî weke dewleta Tirk êrişî van çalakiyan ango êrişî Ocalan dike. Careke din eşkere bû ku dewleta Elman şirîkê êrişên li hemberî Ocalan e. -
Wezîrê Elman pesnê êrîşa polîsan a li dijî Kurdan da!
Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta NRW a Elmanyayê Herbert Reûl pesnê êrîşa polîsan a li Dusseldorfê da -
Rojeva Rojê
5'ê Mijdar 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş...... -
Swîsreyê xelata azadiya fikrê da Zehra Dogan
Saziya Swîsreyê ya Freethînkers (Yên Azad Difikirin) xelata azadiya fikrê da rojnamevana di girtîgehê de Zehra Dogan û rojnamevana Îranê Masîh Alînejad. -
Li Drancyê Şehîd Mawa Torî hate bibîranîn
Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê gerîlayê HPG’ê Mucahît Kizilay (Mawa Torî) hate bibîranîn. -
DGH û DGKH’ê diyar kirin ku ew beşdarî pêngava ‘Serî Hilde’ dibin
DGH û DGKH’ê diyar kirin ku ew beşdarî pêngava ‘Serî Hilde’ ya Komalên Ciwan dibin. -
Li Îngîltereyê piştgiriya çalakiya Dusseldorfê hate kirin
Kurdistaniyên ku li Bakurê Îngiltereyê dijîn ji bo piştgirîdayîna çalakiya bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan û hemû girtiyên politîk re azadî’ li Dusseldorfê hatibû lidarxistin, mîtîngek li dar xistin.