ÎRA: Zindan tijî bibin jî çapemeniye azad li ber xwe dide!

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora meha cotmehê ya der barê binpêkirina mafên rojnamegeran de aşkere kir.

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora meha Cotmehê ya der barê binpêkirina mafên rojnamegeran de aşkere kir

Înisiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora meha Cotmeha ya der barê binpêkirina mafên rojnamegeran de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re aşkere kir. Rapora bi kurdî Berdevkê ÎRA Hakki Boltan û bi tirkî jî rojnameger Zuhal Atlan xwend.

Boltan diyar kir ku 2’ê Cotmehê, Roja Têkoşîna Li Dijî Zextên li Ser ÇapEmeniyê yê Cîhanê ye û rapora meha Cotmehê ya Înisiyatîfa Rojnamegerên Azad jî rengek ji vê têkoşînê ye. Boltan bibîr xist ku 29’ê cotmeha 2016’an salvegera girtina 12 televîzyon û radyoyan bû û got: “Ev televîzyon û radyo bi Biryara Hukmê Kanunê (KHK) hatibûn girtin. Heke pirêza salê bê şopandin dê bê dîtin ku çapemenî yekser di hedefa hikumetê de ye. Bi taybet jî Çapemeniya Azad.”

Boltan destnîşan kir ku çapemeniya azad û muxalîf ji holê tê rakirin û wiha dewam kir: “Dibêje ‘Ez çapemeniyê ji holê radikim, komara xwe û dewleta xwe ava dikim e.’ Bo vê armancê sazî û dezgeyên çapemeniyê hatin girtin. Malê wan wek malê xenîmetê hatin desteserkirin. Ji bo alîgirên hikumet û dewletê hatin paymalkirin. Alîgirên hikumet û dewletê bi van talan û paymalan hatin xurtkirin. Ji hêlek ve hikumetê û ji hêleke din ve jî ev kesên hestîkoj çapemenî ji bo xwe kirin hedef. Her roj lîsteyeke rojnamegeran û saziyên rojnamegeriyê weşandin. Ev sazî û xebatkarên wan yek yek rastê êrîşê hatin. Bi ser malên wan ve hat girtin. Kirin binçavan û kirin girtîgehan. Armanc ev bûn ku bitirsînin.”

‘171 ROJNAMEGER DI GIRTÎGEHÊ DE NE’

Boltan da zanîn ku hikumeta heyî dev ji êrîşkariya çapemeniyê bernade û hêj di girtîgehên Tirkiyeyê de 171 rojnameger girtî ne. Boltan diyar kir ku Tirkiye bi vê hêjmara rojnamegerên girtî di cîhanê de yekemîn e û got: "Bi girtina rojnamegeran derket holê ku tu pirsgirêk li Tirkiyeyê çareser nabe. Em wek Înisiyatîfa Rojnamegerên Azad dixwazin hemû rojnameger serbest bên berdan. Heke serbest bên berdan û derfet ji xebatên çapemeniya azad re bên vekirin dê Tirkiye ji rewşa heyî ya têkçûyî rizgar bibe.”  

 BÎLANÇO

Boltan rapora Înisiyatîfê wiha rêz kir: “171 rojnameger girtîne. 14  rojnameger hatin binçav kirin. Der barê 31 rojnamegeran de doz hatin vekirin. 66 rojnameger hatin darizandin. 11 rojnameger hatin berdan. 5 rojnameger hatin girtin. 11 rojnameger ceza kirin. Ji bo van 11 rojnamegeran bi giştî 10 sal 4 meh û 10 roj cezayê girtîgehê birîn. 2 rojnamegeran jî cezayên dadgehê yê li wan hat birîn vegerandin cezayê pereyê 9 hezar TL’yan.  3 rojnameger hatin derbkirin.  Rojnamegerek ji kar derxistin. 3 pirtûk hatin qedexekirin.  Sîteya web a Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê cara 44’an hat birîn 4 rojnameger di cîhanê de hatin kuştin.

ROJNAMEGERÊN KU HATINE QETILKIRIN

Di roja 14’ê cotmeha 2017’an de nûçegihana ANHA’yê Dilîşan Îbiş dema Hemleya Bagera Cizîrê dişopand êrişa DAIŞ’ê pêk hat û jiyana xwe ji dest da. Di êrişê de hevalên wê yên rojnameger Rizgar Deniz û Hogir Mihemed jî birîndar bûn. Hogir Mihemed jî piştî du rojan jiyana xwe ji dest da.

Di roja 16’ê Cotmeha 2017’an de li Maltayê Rojnameger Daphne Caruana Galizia dema li ereba xwe siwar bû teqîn pêk hat û hat kuştin.

Di roja 30’ê cotmeha 2017’an de kameramanê Televîzyona Kurdistan Ekrem Şerîf li navçeya Dakuk a Kerkûkê di mala xwe de serê wî hate jêkirin. Medya PDK’ê îdia kir ku Heşdî Şebî ew kuştiye.

Boltan herî dawî wiha got: "Em ji bo van rojnamegerên ku hatin qetilkirin hestên xwe yên hevkariyê diyar dikin û ji bo malbatên wan sersaxiyê dixwazin. Em Rojnameger in û Rojnamegerî ne sûc e. Diruşma me ev e ku; Werin em rojnamegeran ji zindana derxin û Tirkiyeyê azad bikin.”