Ebadî û Cûbûrî li ser Başûrê Kurdistanê li hev rûniştin
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî û Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cûbûrî, ji bo nirxandina têkiliyên bi rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê re duh li hev rûniştin.
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî û Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cûbûrî, ji bo nirxandina têkiliyên bi rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê re duh li hev rûniştin.
Li ser naveroka hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî û Serokê Meclîsê Selîm Cûbûrî daxuyaniyeke nivîskî hate dayin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê ofîsa Selîm Cûbûrî ve hate dayin, di hevdîtinê de pirsgirêkên navbera hikumeta navendî û hikumeta Kurdistanê hatin nirxandin û Ebadî û Cûbûrî li hev kirine ku pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê werin çareserkirin.
Wekî din, endamê Komîsyona Maliyeyê ya Parlamenta Iraqê Ahmed Reşîd ragihand, ku Bexda li şûna rêveberiyeke federal dixwaze weke wîlayetekê nêzî Kurdistanê bibe.
Reşîd her wiha diyar kir, ku tê xwestin budçeya ji bo rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê di sala 2005'an de hate diyarkirin, di pêşnûme pêşniyara budçeya sala 2018'an de daxînin 12.6'an.