Wezîrê Parastinê yê Iraqê: Ji Komkujiya Zaxo dewleta Tirk berpirsyar e

Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cûma Înad diyar kir ku ji Komkujiya Zaxoyê dewleta Tirk berpirsyar e.

Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cûma Înad, di daxuyaniyek ya çapemeniyê de bal kişand li ser Komkujiya Zaxo ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin û got: “Berpirsyarê komkujiyê dewleta Tirk e. Me daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku hêzên xwe yên li herêmê paşde bikêşine. Lê dewleta Tirk guh nade vê daxwaza me.“

Înad bal kişand li ser daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker yên li ser komkujiyê û wiha got: “Komkujî bi topên giran ên 155 mm hatiye kirin. Di destê PKK’ê de çekên giran nîne. Tirkiyeyê ev êrîş kiriye û ji komkujiyê berpirsyar e.“

Wezîr Cûma Înad anî ziman ku berdêla wê çi dibe bila bibe, wê destûr nedin ku mafên mexdûran bê binpêkirin.