Wekîlên HDP'yî: Em ê pêşî li jiyana azad vekin
Wekîlên HDP'yî Feleknas Ûca û Aycan Îrmez destnîşan kir ku roja 24'ê Hezîranê wê pêşî li faşîzmê bigirin û bi hev re pêşî li jiyana azad vekin.
Wekîlên HDP'yî Feleknas Ûca û Aycan Îrmez destnîşan kir ku roja 24'ê Hezîranê wê pêşî li faşîzmê bigirin û bi hev re pêşî li jiyana azad vekin.
Parlamenterên HDP'yî Feleknas Ûca û Aycan Îrmez hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji ANF'ê re nirxandin û diyar kirin vîna gel a a ku 24'ê Hezîranê pêşî li faşîzmê bigire, wê dîwarên zindanan hilweşîne.
DESTPÊKA JIYANEKE NÛ
Parlamentera Amedê ya HDP'yî Feleknas Ûca got, HDP'ê bi namzetiya Selahattîn Demîrtaş ji bo Serokkomariyê re dest bi serdemeke nû kiriye.
Ûca destnîşan kir, 24'ê Hezîranê wê ji bo demokrasî û azadiyê bibe destpêkeke nû û got, "24'ê Hezîranê em ê bi hev re pêşî li jiyaneke azad vekin ku kes li derve nemîne, kes birçî nemîne û her kes nêrîna xwe bi hêsanî bêje."
Ûca bi bîr xist ku berevajî namzetên din, Demîrtaş neçar e kampanya xwe ya hilbijartinê li zindanê bimeşîne û anî ziman ku her kesên li derve divê li dijî vê neheqiyê destekê bidin Demîrtaş.
Feleknas Ûca ragihand, dîlgirtina Demîrtaş biryareke siyasî ye û hikumet dixwaze bi vê yekê re çavê HDP'ê û dengdêran bitirsîne.
Ûca destnîşan kir ku ev yek hewldaneke bêkêr e û got, "Em hembûn, em hene, em ê hebin."
'MASKEYA AKP'Ê LI KURDISTANÊ KETE XWARÊ'
Wekîla HDP'yî Ûca bal kişand ser atmosfera hilbijartinê ya li Kurdistanê û anî ziman, li gel zext, zordarî û qedexeyan jî kelecan û yekîtiyeke mezin ji bo hilbijartinê heye. Ûca da zanîn, masekeya AKP'ê li Kurdistanê ketiye xwarê û gelê Kurd nema bi sozên AKP'ê dixape.
Ûca bi bîr xist ku ev hilbijartin firsendeke ji bo pêşîgirtina li faşîzmê û got, HDP hêviya paşeroja azad e. Feleknas Ûca ragihand, ji bo pêşîgirtina li faşîzmê wê hefteyê heft rojan 24 saetan bixebitin û got, "Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina pêşîgirtina li faşîzm û dîktatoriyê. Û teqez wê demokrasî bi ser bikeve."
'BEDENA ME DÎL BIGIRIN JÎ NÊRÎNÊN ME TIMÎ AZAD IN'
Parlamentera Şirnexê y HDP'yî Aycan Îrmez da xuyakirin ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara yekê ye dîlgirtiyekî siyasî ji bo Serokkomariyê namzet tê nîşandan.
Îrmez diyar kir, di şexsê Selahattîn Demîrtaş de hemû mûxalîf dîl hatine girtin û ev dîlgirtin nîşan dide bê AKP a ku 16 sal in desthilatdar e, welat ber bi ku ve biriye.
Aycan Îrmez da zanîn, ew zîhniyeta ku her kesê mîna xwe nafikire dîl digire qebûl nakin û got, "Bedena me dîl bigirin jî, nêrînên me timî azad in. Belê dibe ku Serok Selahattîn girtibin û niha li girtîgehê ye. Lê belê nêrîn, gotin û pratîka wî di dilê jin, ciwan û gelan de cih girtine."
Îrmez destnîşan kir ku yekane partiya nahêle faşîzma AKP'ê mayinde bibe HDP ye û got, "Eger li şûna HDP'ê partiyeke din a sîstemê hebûya, piştî ewqas destgîrkirin û girtinê wê nikarîbûya li ser piyan bima. Lê belê HDP partiyeke welê ye ku pişta xwe dispêre gelan û gel xwedî lê derdikeve."
Îrmez anî ziman ku wê bibin dengê Selahattîn Demîrtaş ê li derve û li dijî dorpêçiya dewletê wê sindoqan biparêzin. Herî dawî Îrme got, "Belê wê di nava şert û mercên giran de pêk bê, lê belê îradeya gelan wê bi ser bikeve. Îradeya ku şert û mercên giran têk dibe, wê dîwarên zindanê jî hilweşîne."