Saziyên Kurd ên li Rûsyayê daxuyaniyek hevpar da
Sazî û rêxistinên ku nûnertiya Kurdên li Rûsya û CÎH’ê dikin, daxuyaniyek dan û êrîşa Zaxo ya dewleta Tirk a faşîst bi tundî şermezar kirin.
Sazî û rêxistinên ku nûnertiya Kurdên li Rûsya û CÎH’ê dikin, daxuyaniyek dan û êrîşa Zaxo ya dewleta Tirk a faşîst bi tundî şermezar kirin.
Di daxuyaniya li ser navê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd ên Navneteweyî, Tevgera Jinên Kurd û Rêxistina Êzdîxanê de hat ragihandin ku divê artêşa Tirk a faşîst demildest ji axa Başûrê Kurdistanê derkeve.
Hat diyarkirin ku di êrîşa 20’ê Tîrmehê de 10 kes jiyana xwe ji dest dane û nêzî 30 kes jî birîndar bûne û hate gotin ku divê dawî li hebûna dewleta Tirk a faşîst a li Başûrê Kurdistanê bê anîn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê sivîl pêk tê û armanca van êrîşan tirsandina gelên herêmê ye. Bi fikar hate gotin ku heta artêşa dewleta Tirk a faşîst ji van xakan neyê derxistin, wê dawî li van êrîşan neyê.
Hate diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst bi salan e êrîşên xwe yên li dijî her çar parçeyên Kurdistanê didomîne û li gel ku raya giştî ya navneteweyî vê yekê dibîne jî weke ku tiştek nebûbe bêdeng maye.
Her wiha hat ragihandin ku di serî de gelê Kurd hemû gelên li Iraqê li ber xwe dane û ev jî encama zemîna ku hikûmeta navendî ya Iraqê, PDK’ê û malbata Barzanî pêşkêşî van êrîşan kiriye.
Di daxuyaniyê de bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê hat kirin ku demildest dev ji xeta hevkar-xiyanet a dewleta Tirk a faşîst berde û li dijî van êrîşan helwesteke zelal nîşan bide.
Hat gotin ku heta dewleta Tirk a faşîst ji van xakan derbikeve, wê çalakiyên protestoyî yên li Iraq û Başûra Kurdistanê dewam bikin û banga girtina qada hewayî ji firîna balafirên Tirk li Başûrê Kurdistan û Rojava hat kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û ji birîndaran re jî şîfayê xwestin.