Sancar: Yekane adresa demokrasiyê Demîrtaş û HDP ye
Parlamenterê Mêrdînê yê HDP'yî û Cîgirê Serokê Meclîsê Mîthat Sancar destnîşan kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de yekane navnîşana demokrasiyê; namzetê Serokkomariyê Demîrtaş û HDP ye.
Parlamenterê Mêrdînê yê HDP'yî û Cîgirê Serokê Meclîsê Mîthat Sancar destnîşan kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de yekane navnîşana demokrasiyê; namzetê Serokkomariyê Demîrtaş û HDP ye.
Parlamenterê HDP'yî û Cîgirê Serokê Meclîsê Mîthat Sancar, hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir ku di vê hilbijartina krîtîk de wê dengdan li ser 'ya dîktatoriya mayînde, ya jî demokrasiyê' bê kirin.
Sancar da xuyakirin ku yekane partiya ku demokrasiya rasteqîn, aştiya mayinde, azadî û wekheviya gelan diparêze HDP ye û got, partiyên din li nava bloka dewletê li hev civiyane.
Sancar bi bîr xist ku namzetê wan Selahattîn Demîrtaş li hemû qadên siyaseta demokratîk xwe îspat kiriye û destnîşan kir ku şensê wî heye ji tûra duyemîn re bimîne.
Prof. Mîthat Sancar anî ziman, Demîrtaş ku bi rengekî neheq û bê hiqûqî li zindanê girtî ye, nûnerê gelê Kurd, hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ye. Sancar got, "Ez di wê baweriyê de me ku alîgirên demokrasiyê wê dengê xwe bidin Demîrtaş. Lewma herî kêm wê 15 ji sedî yê dengan bigire, lê wê ji tûra duyemîn re bimîne."
Li ser girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê Sancar bi bîr xist ku êdî her tişt eşkere û li pêş çavan e û got, "Desthilatdariyek li hemberî me heye ku bi her awayî zextê, mêtingerî û talanê dike. Berdêla herî mezin a vê zilmê jî HDP û Kurd didin. Tenê partiyek maye ku ku demokrasiya rasteqîn, aştiya mayinde, azadî û wekheviya gelan diparêze. Yên din hemû li ser heman xetê digihêjin hev. Di vê hilbijartinê de wê dengdan li ser dîktatoriya mayinde ya jî demokrasiyê bê dayin. Yekane navnîşana demokrasiyê namzetê me yê Serokkomairyê Demîrtaş û partiya me HDP ye."
Sancar işaret bi girîngiya ewlekariya hilbijartinê kir û bang li partiyên ku HDP li derveyî tifaqa xwe hiştine kir ku qet nebe ji bo ewlekariya hilbijartinê hevkariyê bi hemû mûxalefetê re bikin.