Rezaleteke din a AKP'ê ya 'zarokên leşker' li Swîsreyê rû da

AKP'ê li Swîsreyê jî zarok ji bo propaganda olperestî û nîjadperestiyê bi kar anî.

Yek ji rojnameyên sereke yên Swîsreyê Blick dîmenk weşand û di vî dîmenî de tê dîtin ku li bajarê Uttwil ê kantona Thurgauyê, zarok di qaşo şanoya şer a barbar de tê bikaranîn.

Li gorî rojnameyê, 'şeva şanoyê' ya li saloneke xwepêşandanê ya li St. Gallenê ku ji aliyê yekîtiya malbatên Tirk ve hate orgnaîekirin, 25'ê Adarê pêk hat. Di rezaleta şanoyê de, xwendekarên dibistaneke Tirk a bi navê Romanshornê yên 6 salî tên bikaranîn. Di şanoyê de şer bi zarokan didin lîstin. Di şanoyê de qaşo beşek ji Şerê Çanakkaleyê bi zarokan didin lîstin.

Rojnameya Blickê ragihand ku Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Berlînê li pişt vê lîstika sosret e û diyar kir ku li rêzên pêş ên temaşekar jî mêvanên dîplomatîk ên ji Enqereyê hene. Di nûçeya rojnameyê de hate ragihandin ku bi sedan mirovên bi emr, bi rêya telefona xwe ya destan propagana nîjadperestiyê ya bi zarokan tê kirin, kişandin.

Xaleke din ku rojnameya Blickê bal kişande ser wê ew e ku ji bo propaganda neteweperestiyê ya Erdogan, zarok qaşo bi navê dersê di şanoyê de hatine lîstin.

Rojnameyê her wiha işaret bi bêdengiya rayedarên Swîsreyî kir ku li pêşberî propagandayeke bi vî rengî ya wehşî dengê xwe nekirine.

Der barê mijarê de rojnameyê xwe gihand rayedarê Kantona St. Gallenê yê ji perwerdeya gel berpirsyar Alexander Kummer. Kummer îdîa kir ku haya wan ji lîstîkeke wiha ya AKP'ê ya barbar nîne.

Rojnameyê wekî din diya rkir ku Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Bernê bersiv nedaye pirsên wan ên li ser mijarê.