Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Edalet nîn be aborî jî sererast nabe

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 90‘î de berdewam kir.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 90’î de berdewam dike. Rêxistina Navçeya Konakê ya Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana malbatên girtiyan kir.

Hevserokê HDP’a Konakê Abdulvahap Bal, di çalakiyê de axivî û got: ‘’Hemû mafên girtiyan ji wan hatine girtin. Ji wê boneyê, ev daxwaza malbatan daxwazeke qanûnî ye. Dayik, dixwazin zarokên xwe bibînin. Ev mafekî qanûnî ye. Dîtina parêzeran qedexe dikin. Li pêkanînên bi kêfî dewam dikin. Divê desthilatdarî û Wezareta Edaletê, dengê dayikan bibihîzin. Li welêt edalet nîn be aborî jî sererast nabe. Pêşîn divê edalet hebe li welêt.’’

Bal anî ziman ku bi girtiyan re malbat jî tên cezakirin û got: “Girtiyan dişînin girtîgehên dûrê malbatên wan. Girtiyên nexweş ku bi qanûnî divê bên berdan, bernadin. Ji girtîgehan her roj cenaze dertên. Em ê mafê qanûnî yê dayikan heta bi hetayê biparêzin.“