Li Hîldesheîmê Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn

Li herêma Salîtterden ê bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê Şehîdên Meha Gulanê bi aktivîteyekê hatin bîranîn.

Ji aliyê Komîteya Şehîd Meryem û malbatên şehîdan li herêma Salîtterden ê bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê Şehîdên Meha Gulanê bi aktivîteyekê hatin bîranîn.

Bîranîn di saet 16:00’an de bi deqeyek rêzgirtina ji bo  cangoriyên azadiyê destpê kir. Di bîranînê de Hevserokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer axivî û bal kişand ser berxwedana şehîdên meha Gulanê.  Koçer di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinê jî û diyar kir ku divê ji bo dawî anîna dîktatoriyê divê her kes 24’ê Hezîranê biçe ser sindoqan, dengê xwe bikar bîne.

Her wiha di bîranînê de li ser navê hevberdevka eyaletê jî axaftin hate kirin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn. Dîsa li ser navê tevgera jinê Hakîme Yusiv axivî û jin carekî di bi YPJ’ê dîrok nivîsand. Li ser navê Meclîsa Hîldesheîmê Hatîce Gonen jî bal kişand ku divê gelê Kurd xwedî li şehîdên xwe derbikeve, bibin şopdarê rêya şehîdan û Ocalan.

Bîranîn bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

Piştî merasîmê xwarina ku hatibû amadekirin hate belavkirin.